Amûdê şehîdên şewata sînemayê bi bîr anî

Komîteya Parastina Zarokan a herêma Cizîrê di salvegera 60`emîn a komkujiya Sînemaya Amûdê de daxuyaniyek da û banga eşkerekirina rastiyê kir.

Amûdê şehîdên şewata sînemayê bi bîr anî
13 mijdar, 2020   12:03
QAMIŞLO

Sala 1960`î hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê Sînemaya Amûdê şewitandin û komkujî pêk anîn. Di komkujiyê de zêdetirî 280 zarokên ku piraniya wan Kurd bûn hatin qetlkirin. Di salvegera 60`emîn a komkujiyê de,  Komîteya Parastina Zarokan a Herêma Cizîrê û Desteya Jin a Herêma Cizîrê li parka Şehîdan a navçeya Amûdê çalakiyek li dar xistin.

Malbatên zarokên ku di şewata Sînemaya Amûdê de şehîd bûbûn, endamên Kongra Star, Rêxistina Mafên Mirovan û şêniyên navçeya Amûdê, beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de zarokên navçeya Amûdê gul danîn ser peykerê zarokên Sînemaya Amûdê. Piştre zaroka bi navê Cûdî Elî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Şeva 13'ê Mijdara 1960'î di sînemaya Amûdê de şewat pêk hat. Şewat di dema ku fîlmek li ser şoreşa Cezaîrê dihat pêşandan derket. Fîlm 3 caran hate pêşandan, di her sê caran de hola sînemayê bi zarokan tijî dibû. Dema ku fîlm hate pêşandan, bi fermana hikumeta Şamê agir bi sînemayê hate xistin. Di nava çend deqeyan de ji 500 zarokên ku di hola sînemayê de ya ku tenê têra 120 zarokan dikir, 283 zarok hatin qetilkirin. Di nava kêmî 30 deqeyan de jora sînemayê hilweşiya û laşên zarokan bûn xwelî. Zarokên din qîr kirin heta ku şehîdê leheng Mihemed Seyîd Deqorî bi hawara wan ve hat.

Piraniya zarokên ku şewitîne Kurd bûn û bermahiyên laşên wan di goreke komî de li goristana Şermolayê hatin veşartin.

komkujiya Sînemaya Amûdê sûcekî qirêj e, di her maleke Amûdê de şehîd an birîndarekî vê komkujiyê heye.

60 sal di ser komkujiyê re derbas bûn lê hîna jî dengvedana qêrîna zarokên komkujiyê li nava Amûdê ye û raneweste heta ku rastî were eşkerekirin û hemû kiryarên zordariyên yên li dijî gelên herêmê eşkere bikin û hesab ji berpirsên vê komkujiyê were xwestin.”

Di dawiya çalakiyê de helbestek li ser şehîdên Amûdê hate xwendin.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ooe5DlZQ5CE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>