Malbatên şehîdan ên Efrînê siyasetên PDK`ê qebûl nakin

Dayikên şehîdan ên kantona Efrînê piştrast kirin ku ew siyasetên PDK`ê yên li dijî gelê Kurd red dikin. Dayikan bang li şêniyan kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe bidin.

Malbatên şehîdan ên Efrînê siyasetên PDK`ê qebûl nakin
13 mijdar, 2020   11:29
ŞEHBA

Bi dehan dayikên şehîdan ên kantona Efrînê li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li bajarokê Til Qirahê yê navçeya Ehdhasê ya kantona Şehbayê kom bûn û girêdayî siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek dan.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan û dayika şehîd Egîd û şehîd Zîlan, Hacer Miho daxuyanî xwend.

Meclisê di destpêka daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dayikên şehîdan şerê birakujiyê red dikin.

Her wiha diyar kir ku PDK`ê ji beriya 41 salan ve şerê gelê xwe dike, lihevkirinan bi dagirkerên Kurdistanê re çêdike da ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê tune bike û wiha hate gotin:  “JEm ji wan re dibêjin êdî bes e, têkiliyên xwe bi dagirkeran re qut bikin.”

Meclisê di dawiya dauxyaniya xwe de bang li hemû dayik k û malbatên şehîd û pêşmergeyan ên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker bibin yek û rê nedin ti aliyan da ku zarokên wan wekî amûerên şer bi kar bînin.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uU8wzrdm6Vk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>