NY`yî biryara qedexekirina firotina çekan ji Somalê re erê kir

Da ku madeyên teqemeniyê nekevin destê Tevgera Ciwanên Somalê ya terorîst, Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî biryara qedexekirina frotin an veguhestina çek û bombeyên destan ji Somalê re, erê kir.

NY`yî biryara qedexekirina firotina çekan ji Somalê re erê kir
13 mijdar, 2020   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN.

Li gorî ajansa The Associated Press, Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyê Yekbûyî (NY) duh biryara frotin an jî barkirina bombeyên destan ji Somalê re erê kir. Ji ber ku xeteriyeke mezin hebû ku Tevgera Ciwana a tundrew van teqemeniyan di êrişan de bi kar bîne.

Her wiha bang li hikumeta Somalê hate kirin ku rêbazên neqanûnî yên fînansekirina koma terorîst bişopîne. Pisporên NY`yî destnîşan kirin ku koma navborî ya terorîst sala par zêdetirî 21 milyon dolar kom kiriye.

Ji bilî Rûsya û Çînê, 13 endamên meclisê biryar pejirandin.

Tevgera Ciwanan a Somalê ku girêdayî El-Qaîdeyê ye, hîna ji rêxistinên terorîst ên herî çalak e li Afrîkayê û parçeyên ji başûr û navrasta Somalê bi destê wê de ye. Gelek caran li nuqteyên kontrolê û herêmên din ên paytext Meqdîşo, êrişan pêk tîne. Her wiha îsal gelek caran top avêtibûn balafirgeha navneteweyî ku balyozxaneya Amerîkayê û gelek şandeyên din li wir in.

 (şx)