Dewriyeya Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li rojhilatê Kobanê pêk hat

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê dest bi meşandina dewriyeyeke hevbeş bi dewleta Tirk a dagirker re li rojhilatê bajarê Kobanê kir.

Dewriyeya Rûsya û artêşa Tirk a dagirker li rojhilatê Kobanê pêk hat
12 mijdar, 2020   09:11
KOBANÊ

Dewriye berî çend kêliyan bi beşdarbûna 8 panzeran (4 ên Rûsyayê û 4 ên dewleta Tirk) li gel 2 helîkopterên Rûsyayê dest pê kir.

Dewriye ji gundê Xerîb ê li rojhilatê bajarê Kobanê li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê dest pê kir. Tê payîn ku dewriye li gundên rojhilatê Kobanê bigere.

Di demekê de ku artêşa Tirk a dagirker peymanên bi Rûsya û DYA`yê re binpê dike û êrişî Eyn Îsa û Til Temir û Zirganê dike, dewriyeyên hevbeş pêk tên.

(dm)

ANHA