Yekîneyên xweparastinê yên Eyn Îsayê: Em ê xaka xwe bi hev re biparêzin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi domdarî li dijî Eyn Îsayê berdewam dikin. Gelê herêmê li dijî êrişan xweparastina xwe xurt dike, ji bo ku xak û bajarê xwe biparêze di bin sîwana QSD’ê de xwe perwerde dike û yekîneyên xwe yên xweparastinê ava dike.

11 mijdar, 2020   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Kurd û Ereb ên ji Eyn Îsa û gundewarên wê di bin banê QSD’ê de xwe perwerde dikin û li dijî dagirkeran bi hev re li ber xwe didin. Ciwan destnîşan dikin ku dê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi hev re bisekinin.

Ciwanê bi navê Hawar Şengal di nava yekîneya xweparastinê ya Eyn Îsayê de cihê xwe digire û diyar dike ku li hemberî zilma dewleta Tirk a dagirker a li herêmê bê deng namînin û wiha axivî: “Hevalên me yên perwerde dibin, tev jî niştecihên vê herêmê ne. Malbat û xizmên wan li van deran in. Hevalên me hemû zarokên vê xakê ne. Lewma jî parastina vê xakê mafek e. Da ku em li dijî dijminê dagirker û mêtinger bisekinin, gelê xwe û xaka xwe biparêzin, em xwe perwerde dikin. Bawerî û hêviya me xurt e, em xwedî li xaka xwe derdikevin.”

‘EM JI BO PARASTINA GELÊ XWE LI VIR IN’

Kemal Ehmed jî destnîşan kir ku gelên Kurd û Ereb bi salan e bi hev re dijîn û wiha got: “Ji bo ku em gelê xwe biparêzin û dewleta Tirk a dagirker ji xaka xwe derxin, em li vir in. Perwerdeya me jî baş derbas dibe.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1guFjfioL4E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>