Îsraîl ji ber îhtimala çalakiyan li El-Difa, Xeza û sînorê Lubnanê kete nava seferberiyê

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê ji ber metirsiya çalakiyan li El-Difa, avêtina moşekan ji Xezayê û rûdana operasyonên li ser sînorên Lubnanê, amadekariyên xwe dike.

Îsraîl ji ber îhtimala çalakiyan li El-Difa, Xeza û sînorê Lubnanê kete nava seferberiyê
11 mijdar, 2020   13:14
XEZA

Malpera Walla da zanîn ku artêşa Îsraîlê ji bo bersivdayîna çalakiyên El-Difa ya rojava ku piştî merasîma cenazeyê Saeb Irêqat werin lidarxistin û çalakiyên li Xezayê di salvegera kuştina Ebû El-Etta de, amadekariya xwe kir.

Li gorî malperê artêşa Îsraîlê texmîn dike tevgera Cîhada Îslamî ji bo bersiva kuştina Ebû El-Etta plan dike ku operasyoneke berfireh a tolhildanê pêk bîne, ji ber vê yekê artêşa Îsraîlê amadekariyên xwe li ser sînor bi Xezayê re kir.

(dm)