Li Reqayê semînera têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan

Bi dirûşma “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em bi hev re jinan û jiyanê biparêzin” Rêveberiya Jinan a Reqayê îro semînerek li dar xist. Semîner bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê hat lidarxistin.

Li Reqayê semînera têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan
Li Reqayê semînera têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan
Li Reqayê semînera têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan
Li Reqayê semînera têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan
Li Reqayê semînera têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan
Li Reqayê semînera têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan
11 mijdar, 2020   12:53
REQA

Semîner li avahiya Rêveberiya Jinan a Reqayê hat lidarxistin û jinên herêmê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) tev li semînerê bûn.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê Zehra El-Şelaş çîroka her sê xwişkên Mîrabal vegot ku sala 1960`î bi hovîtî hatibûn kuştin û li ser wê yekê roja 25`ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê hate pejirandin. Her wiha bal kişand ser tundiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku heta niha jî dewam dike.

Zehra, aloziya Sûriyê wek sedema sereke ya tundiya li jinan bi nav kir û destnîşan kir ku heta niha tu qanûnên navneteweyî ku jinan ji tundiyê diparêzin, tune ne û hîna jin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî tundiyê tên.

Zehra wiha got: “Sûc û tundiya artêşa Tirk a dagirker li dijî jinan ku li ser malperên tevna civakî jî belav dike, ji bo şikandina îradeya me ne. Jinên ku bi saya fikra neteweya demokratîk roleke pêşeng di civakê de lîst, dê kes nikaribe vîna wan têk bibe.”

Piştre, endama Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê Buseyne El-Şêx behsa tundiya li ser jinan kir ku di dema qedexeya derketina derve ya giştî de pêk hatiye û got: “Ew tundiya derûnî û fîzîkî ji ber zîhniyeta serdestiya mêran pêk hat.”

Buseyne her wiha hin rastiyên li ser dîroka jinan vegotin û wiha dewam kir: “Tevî ku jin di dîrokê de rastî tundiyê hatine jî, lê belê hîna jî bi hemû hêza xwe li dijî zîhniyeta baviksalariyê derdikeve û serkeftinan bi dest dixe. “

Piştre sînevîzyonek li ser tundiya li dijî jinan di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de, hate pêşandan. Her wiha dîmenên li ser rewşa jinên li herêmên dagirkirî ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî tundiyê tên, hatin nîşandan.

Di dawiya semînerê de, beşdaran têkildarî mijarê gotûbêj kirin.

(cx)

ANHA