​​​​​​​Dewleta Tirk carek din gundên Zaxoyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên derdora Zaxoyê bombebaran kirin. Di encamê de ziyanek mezin gihiştin milkên welatiyan.

​​​​​​​Dewleta Tirk carek din gundên Zaxoyê bombebaran kirin
10 mijdar, 2020   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê, di saetên êvarê de balafirên şer ên Tirk û topxaneyên artêşa Tirk ên di nava xaka Herêma Kurdistanê de ne, derdora bajaroka Derkarê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê ziyanek mezin gihişt rez, bax û xaniyên welatiyan.

Di saetên sibehê de jî artêşa Tirk a dagirker derdora bajaroka Derkarê ya Zaxo ya ser bi Dihokê topbaran kiribû.