Washingtonê ceza li kesayet û saziyên nêzî Îranê birî

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê cezayên nû li Îranê birîn. Ceza ji bo 4 kes û 6 saziyên nêzî Îranê ne.

Washingtonê ceza li kesayet û saziyên nêzî Îranê birî
10 mijdar, 2020   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Cezayên Amerîkayê ji bo Mihemed Benî Haşimî ye yê li taxa Eqdesiyaya Tehranî dimîne, welatiyê Taylandî Huang, Chen Hwa (Jin Huang) ê di 1978'an de li Taywanê ji dayik bûye, Mihemed Sultan Mihemedî yê Îranê nasnameya Brîtanya girtiye û welatiya ji Taywanê Su Shi Mei ya di 1969'an de li Taitung, Taiwan ji dayik bûye.

Saziyên ku ceza lê hatine birîn jî ev in: Şirîketa Artin, Des International a li navenda bazirganiya cîhanê li Taipei ya Taiwan, Şirîketa Hûda ya Bazirganiyê, Şirîketa Naz a Teknolojî ya navdar a li Navenda Bazirganiya Cîhanî li Taiwan, Şirketa Proma ya navdar li Hong Kong a Çînê û Şirketa Soltec a li Hong Kong.

Nûnerê Amerîka yê li Îranê Elliott Abrams di kongreyeke çapemeniyê li Îsraîlê, got ku rêveberiya serok Donald Trump, dê kampanyaya zextê ya li ser "rejîma Îranê" heya merasîma pêşîn bidomîne û destnîşan kir ku dê ji bo serokkomarê bijartî Joe Biden dijwar e ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê vegerîne peymana nukleerê ya ku di sala 2015'an de hat îmzekirin.

(bb)