Serokê Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê Saib Ireqat jiyana xwe ji dest da

Îro sekreterê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê Saib Ireqat ku bi vîrusa koronayê ketibû, jiyana xwe ji dest da.

Serokê Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê Saib Ireqat jiyana xwe ji dest da
10 mijdar, 2020   11:17
XEZA

Tevgera Fetih îro ragihand ku sekreterê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê Saib Ireqat ku yek ji fermandarên sereke yên tevgera wan bû, piştî mehekê ji nexweşiya koronayê, jiyana xwe ji dest da.

Ireqat 29 salan serkêşiya şandeyên dan û standinan ên Filistînê kir. Tevgera Fetih û kesayetên ji komên Filistînê, bi daxuyaniyên cuda Ireqat bi bîr anîn.

Ireqat di 8`ê Cotmeha borî de bi vîrusa koronayê ketibû û di 18`ê mehê de rewşa wî giran bûbû.

Ireqat yek ji fermandarên Filistînê bû û zêdetirî 20 salan dan û standinên bi Îsraîlê re bi rê ve birin. Her wiha bi nêzîkbûna xwe ji serokê Filistînê yê berê Yasir Erefat re dihat nasîn.

(cx)