Artêşa Tirk derdora bajarokê Derkarê yê Zaxoyê topbaran kir

Artêşa Tirk da dagirker serê vê sibehê derdora bajarokê Derkarê ya Zaxoyê topbaran kir.

Artêşa Tirk derdora bajarokê Derkarê yê Zaxoyê topbaran kir
10 mijdar, 2020   08:54
NAVENDA NÛEÇYAN

Artêşa Tirk a dagirker îro saet di 07.00’an de ji çiyayên Bakurê Kurdistanê ve derdora bajarokê Derkarê yê Zaxoyê ya ser bi Dihokê ve topbaran kir.

Li nûçeya Rojnewsê tê îdiakirin ku di heman kêliyan de li baregeheke PDK’ê jî herêm hatiye topbarankirin ku wek qada gerîla tê naskirin.

Der barê ziyanên topbaranê de tu agahî bi dest neketine.