Bendên lihevkirina Azerbêcan û Ermenistanê çi ne?

Ermenistan û Azerbêcanê bi sponseriya Rûsyayê li ser agirbesta giştî li hev kir. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan lihevkirin wek "biêş" bi nav kir, serokê Azerbêcanê jî bi "radestbûnê" bi nav kir. Gelo bendên vê lihevkirinê çi ne?

Bendên lihevkirina Azerbêcan û Ermenistanê çi ne?
10 mijdar, 2020   08:59
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di xîtabeta taybet de got lîderên Rûsya, Ermenistan û Azerbêcanê agirbesteke giştî li Qerebaxê îmze kir.

Ev lihevkirin ji nîvê şeva 10`ê Mijdarê ve li gorî dema Moskovê dest pê dike. Li ser wê artêşên Azerbêcan û Ermenistanê di nuqteyên xwe de dê rawestin û soza pevguherandina girtiyan da.

Li gorî lihevkirinê, divê Ermenistan heta 15`ê Mijdarê herêma Kelbejar û herêma Laçîn heta 1`ê Kanûnê ji Azerbêcanê re vegerîne. Tenê wê korîdora Laçîn bi firehiya 5 kîlometreyan di bin kontrola Ermenistanê de bimîne. Ev yek dê girêdana Qerebaxê bi Ermenistanê ve dabîn bike. Di heman demê de ev yek li ser bajarê Şoşa yê ku Bako di demek berê de kontrol kiribû ne derbasdar e. Bi hatina 20`ê Mijdarê re divê Erîvan herêma Axdam û beşek ji herêma Gazax ku kontrol dike, radestî Azerbêcanê bike.

Her wiha li gorî lihevkirinê, yekîneya parastina aştiyê ya Rûsyayê ya ku ji hezar û 960 leşkeran pêk tê, tevî 90 erebeyên veguhestina leşkeran û 350 amûrên taybet li ser eniya şer a li Qerebaxê bi dirêjahiya korîdora Laçînê belav dibin.

Ev hêzên Rûsyayê dê bi awayekî hemwext bi vekişîna artêşa Ermenistanê re belav bibin û wê 5 sal li herêmê bimînin. Derfet heye ku ev dem were dirêjkirin, heke tu aliyek ji lihevkirinê venekişe. Ji bo çavdêriya pêkanîna lihevkirinê dê navenda parastina aştiyê ya ku agirbestê bişopîne, were belavkirin.

Di 3 salên bê de, divê plansaziyek ji bo avakirina rêyeke nû li ser dirêjahiya korîdora Laçîn, bi armanca dabînkirina têkiliyan di navbera Stepanaket û Ermenistanê de bê dayîn. Li rex wê yekîneya parastina aştiyê ya Rûsyayê dê ji bo parastina vê rêyê careke din belav bibe. Di heman demê de Azerbêcan parastina xetên veguhastinê yên li ser rêya korîdora Laçînê dabîn dike.

Divê vegera koçber û penaberan ji Qerebaxê û herêmên derdorê bi çavdêriya Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) a Kar û Barên Penaberan, were pêkanîn.

Divê qedexeya ku li ser tevahiya têkiliyên aborî û veguhestinê yên li herêmê hatiya ferzkirin, bi dawî bibe. Ermenistan soza dabînkirina veguhastinê di navbera herêmên rojavayê Azerbêcanê û komara Naxçivana xweser de da. Ev dê di bin çavdêriya hêzên sînor ên rûsî de pêk were.

Piştî lihevkirinê, serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan roja sêşemê ragihand ku wan lihevkirinek "biêş" bi Azerbêcan û Rûsyayê re îmze kiriye ji bo ku şerê li herêma Qerebaxê bi dawî bibe.

Paşinyan li ser Facebookê got: “Me lihevkirinek bi serokên Rûsya û Azerbêcanê re îmze kir ji bo ku şerê li Qerebaxê bi dawî bibe. Ji bo min û ji bo gelê me ev gaveke biêş bû û nayê wesifandin.”

(şx)