Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em peymanên bêyî îradeya Şengalê qebûl nakin

Civîna şandeya Iraqê û Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dawî bû. Piştî civînê hevserokê Meclisa Gel a Xanesorê Dexil Mirad diyar kir ku wan daxwazên xwe careke din bi eşkere anîne ziman û gotine ku tu peymanên bêyî îradeya Şengalê qebûl nakin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em peymanên bêyî îradeya Şengalê qebûl nakin
9 mijdar, 2020   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro şandeyek hikumeta Bexdayê serdana Şengalê kir û bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê re civiya. Di dema civînê de girseyeke qelebalix a gel jî li ber derî kom bû û helwesta xwe nîşan da.

Piştî civîna ku li gundê Tirbika yê girêdayî bajaroka Sinûnê pêk hat, li ser navê şandeya Rêveberiya Xweser hevserokê Meclisa Gel a bajaroka Xanesorê Dexil Mirad ji gelê kom bûyî û raya giştî re têkildarî naveroka civînê agahî dan.

Axaftina Dexil Mirad wiha ye: “Me di civînê de li ser peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatibû îmzekirin, gotûbêj kir. Me di hevdîtinê de nêrîna xwe eşkere anî ziman û got eger bêyî îradeya gelê Şengalê û bêyî xwediyên van şehîdan tifaqek çêbe, ew tişt li Şengalê nayê qebûlkirin. Me ji wan re got nêzîkahiyên dibêjin ‘bila Meclisa Xweser a Şengalê, hêzên YBŞ’ê li vir nemînin’ û keda bi sedan zarokên Şengalê ku di vê oxirê de şehîd bûne, tune bê hesibandin, ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Eger serê me jî biçe, em ji mafê êzidiyan tawîz nadin. Eger tifaqek çêbibe, bila li ser berjewendiyên vî gelî be, ne li gorî dewleta Tirk be."

Mirad bi domdarî got: "Wek tê zanîn  şevê din êriş pêk anîn û zarokên me şehîd û birîndar kirine. Bila ev tifaq bê hilweşandin, bila hêzên Amerîka, Îran, Siûdî ji van xakan bên derxistin û pişte re behsa PKK bikin. Eger şexsek PKK jî li vir mabe, em ê bêjin fermo mala we ava. Me careke din ji wan re gotiye ku em tifaqên dijî gelê Şengalê qebûl nakin, em li ser biryara xwe ne, îla dê werin bi Meclîsa Şengalê, dayîkên Şengalê, malbatên şehîdan re rûnin. Wê demê em dikarin bersiv bidin. Eger li Şengalê qaymeqamek were diyarkirin û ne bi îradeya gelê Şengalê be, ew nayê qebûlkirin, kî diyar dike bila bike, lê bila zanibin ku bi wî rengî aramiya Şengalê çênabe. Divê gelê Şengalê, şehîdên Şengalê esas bên girtin, mafê wan bê dayîn. Wê demê em ê zanibin em kîne û dewlet kî ye. Hêza me gelê êzidî ye, înşallah emê bigihêjin encamekê.”

Dexil Mirad da zanîn ku şandeya Iraqê jî diyar kiriye ku ew ê daxwazên wan binirxînin.

Piştî axaftina Dexil Mirad girseya gel jî xwepêşandana xwe bi dawî kir.