Kongreya penaberan rojeva civîna Pûtîn û Esed bû

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û serokê hikumeta Şamê Beşar Esed civîneke online li dar xist û kongreya penaberan a ku Rûsya amadekariyên lidarxistina wê li Şamê dike, gotûbêj kir.

Kongreya penaberan rojeva civîna Pûtîn û Esed bû
9 mijdar, 2020   13:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Pûtîn di civînê de got: “Jêdera terora navneteweyî li Sûriyê li ser asta pratîk tune bû. Lewra êdî vegera komî ya penaberan ji welêt re pêkan e.”

Pûtîn wiha domand: “Rûsya piştgiriya lidarxistina kongreyeke navneteweyî girêdayî penaberan dike. Şandeya Rûsyayê êdî ji mezintirîn şandeyan e ku dê tev li kongreyê bibin. Penaberên ciwan heke bikevin bin bandora tundrawan, dibe ku li ser dewletên mazûvan xeternak bin.”

Pûtîn di hevdîtinê de destnîşan kir ku zêdetirî 6.5 milyon penaber li derveyî Sûriyê ne, piraniya wan dikarin di ji nû ve avakirina Sûriyê de kar bikin.

Esed jî got: “Her maleke li Sûriyê girîngî dide doza penaberan. Weke hikumetê di dema bê de ev mijar ji bo me ya pêşîn e, nexasim piştî rizgarkirina beşek mezin ji axa Sûriyê. Ruxmî berdewamkirina terorê lê qada şer qels bû.”

Rûsya ji bo vegerandina penaberên Sûriyê amadekariyên lidarxistina kongreyekê li Şamê di 11 û 12`ê Mijdarê de dike.

Amerîka van hewldanên Rûsyayê red dike, lewra Washington di civîna Meclisa Ewlehiyê de ya ku 27`ê Cotmehê hatibû lidarixistin, banga boykotkirineke navneteweyî ji kongreya Rûsyayê re kir.

Cigîrê balyozê Washingtonê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Richard Mills got: “Tu carî ne guncaw e, Moskov ku desteka serokê Sûriyê dike, çavdêriya vegera penaberan bike.”

Mills hişyarî da ku Sûriye hîna ne amade ye penaberan li ser asteke fireh pêşwazî bike.

(şx)