Yewnanistanê dîsa ji Almanyayê xwest ku firotina çekan ji dewleta Tirk re rawestîne

Yewnanistanê careke din bang li Almanyayê kir ku ji ber siyasetên dijminahî yên Enqereyê yên li rojhilatê Deryaya Spî, alavên leşkerî nefiroşe dewleta Tirk.

Yewnanistanê dîsa ji Almanyayê xwest ku firotina çekan ji dewleta Tirk re rawestîne
9 mijdar, 2020   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias di nivîseke ji bo rojnameya Die Welt a almanî de, banga rawestandina firotina noqavan ji dewleta Tirk re kir û wiha got: “Heke alavên leşkerî ji Tirkiyê re bên dayîn, dê Enqere îstiqrara li rojhilatê Deryaya Spî têk bibe.”

Dendias wiha domand: “Heke Almanya noqavên almanî yên ji cureya 214`an radestî Enqereyê bike, dê careke din dewleta Tirk wan li dijî Yewnanistanê bi kar bîne. Ji ber ku dewleta Tirk 6 noqavên ji cureya 214 xwestin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Cotmehê de, Berlînê bangewaziyên Yewnanistanê yên qedexekirina çekan ji bo dewleta Tirk red kiribûn.

Rojnameya Die Welt destnîşan kir ku tevî ku Berlîn kiryarên dewleta Tirk ên di şerên herêmî wek şerê Sûriyê û Lîbyayê de rexne dike jî, lê belê hîna miqdarên mezin ji çekan dide Enqereyê.

(cx)