‘Divê piştgiriya hêzên kurdistanî yên li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin bê kirin’

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa, hincetên ku PDK`ê pê helwestên xwe rewa dike red kirin û got: “Li şûna ku astengiya li pêşiya şervanan çêdike, divê destekê bidin şervanên ku şerê dewleta Tirk dikin."

‘Divê piştgiriya hêzên kurdistanî yên li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe didin bê kirin’
9 mijdar, 2020   05:34
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa têkildarî rewşa dawîn li Başûrê Kurdistanê û sewqiyatên hêzên Partiya Demokrat a Kurd (PDK) li çiyayên Garê û herêmên Parastinê yên Medya û hincetên ku PDK`ê pê tevgerên xwe rewa dike, ji ANHA`yê re axivî.

`DU CUREYÊN NAKOKIYAN LI PÊŞBERÎ GELÊ KURD IN`

Mûsa di destpêka axaftina xwe de behsa hebûna du nakokiyan li pêşberî gelê Kurd kir û got: “Nakokiya yekemîn a sereke bi dijminên gelê Kurd, dagirekrên Kurdistanê û yên ku hewl didin gelê Kurd tune bikin re ye. Ya din jî nakokiyên di navbera aliyên Kurdistanî de ye, ev nakokî li gorî ya yekemîn di rêza duyemîn de ye.”

Mûsa bal kişand ser gefên li dijî her çar parçeyên Kurdistanê û aloziya heyî  û got: “Ji bilî hevgirtin û yekitiyê tu çare nîn e. Divê ev alozî bi rêya diyalogê çareser dibe. Gelê Kurd bi tundî kûrbûna vê aloziyê red dike. ”

`DIVÊ JI HINCETÊN KU LI HEMBERÎ HÊZEKE KURDISTANÎ KU LI DIJÎ FAŞÎSTA TIRK ŞER DIKE, WERIN DÛRKETIN`

Her wiha Mûsa îşaret bi aloziya li Baûrê Kurdistanê kir û got: “Îro rastiyek li Başûrê Kurdistanê heye. Ji dehan salan ve hêzeke Kurd li çiyayên Başûrê Kurdistanê bi cih bûye û li hemberî dewleta Tirk a faşîst a ku êrişî gelê Kurd dike û hewl dide wî tune bike, li ber xwe dide. Divê ev mijar di ber çavan re were derbaskirin. Ji hincetên ku ew axa Iraqê ye dûr bikevin.”

`DIVÊ PIŞTGIRIYA HÊZA KURDISTANÎ BÊ KIRIN NE KU ASTENGÎ LI PÊŞIYA WÊ WERIN DERXISTIN`

Mûsa hincetên ku PDK`ê pê tevgerên xwe li çiyayên Garê rewa dike red kirin û bi "Tu carî nayên qebûlkirin" wesifandin û wiha pê de çû: “Li şûna derxistina astengiya divê alîkariya wê hêza Kudistanî bike.”

Sekreterê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa destnîşan kir ku tu bihaneyên rageşiya heyî tune ye û got: “Ev alozî li dijî gelê Kurd e. Xizmeta tevgera siyasî ya Kurd û doza Kurd û Kurdistanê nake.”

Mûsa di berdewama nirxandinên xwe de diyar kir ku ev alozî ji bo tevahî Kurdistanê ne baş e û dê bi awayekî neyînî bandorê li berjewendiya gelê Kurd li her çar parçeyan bike.

`RAGEŞÎ HERÊMÊ BER BI KERASETEKÊ VE DIBE`

Mûsa da zanîn ku heke ev rageşiya li Başûrê Kurdistanê berdewam bike, dê herêm ber bi kesaetekê ve biçe. Di radeya yekemîn de gelê Kurd jê xisarê bibîne. Ji ber wê banga çareserkirina vê aloziyê bi awayekî lez kir.

Di dawiyê de sekreterê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa bangawaziya xwe ji bo çareserkirina vê aloziyê bi awayekî bilez dubare kir û wiha got: “Tenê dijminên gelê Kurd û dagirkerên wê dê sûd ji vê aloziyê bigirin. Divê gelê Kurd û siyasetmedarên wê di vê dema hesas de baldar bin. Tu rê ji bilî diyaloga bi giyanê biratiyê tune ye.”

(şx)

ANHA