'Ramanê rêbertî bingeha azadiya jinan e'

Jinên Qamişlo bang li tevahî jinên cîhanê kir ku ji bo azadkirina rêber Ocalan ji girtîgeha dewleta Tirk serî hildin û destnîşan kir ku ramanê rêbertî bingeha azadiya jinan e.

'Ramanê rêbertî bingeha azadiya jinan e'
9 mijdar, 2020   04:51
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Dewleta Tirk ji 1999’an û heta roja îro tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Ev tecrîd di nava gel de cihê şermezariyê ye, her wiha gel piştrast dike ku dewleta Tirk ji fikrên rêbertî yên çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi giştî, li Tirkiyê û Sûriyê bi taybet , ditirse.

Şêniya bi navê Hemdiye Silêman a ji Qamişlo got, dewleta Tirk di dîrokê de bi binpêkirin û sûcên girtina bêserûber, talankirin, qetilkirin û îşkencekirinê tê nasîn.

 ‘OCALAN GEL HIŞYAR KIR’

Hemdiye Silêman wiha domand: "Di dîrokê de gelek serhildanên kurdan çêbûn, jê hin bi bin ketin û hin jî berdewam in, gelek serokên kurdan hatin bidarvekirin, hin hatin surgûnkirin. Dewleta Tirk li dijî serhildêran komkujî pêk anîn. Rêber Ocalan jî ji bo temamkirina serhildanên ku hatine çewisandin derket. Îro jî bi milyonan mirov li pey fikrê wî dimeşin. Ji ber ku fikrê rêbertî rizgarkirina ji zilm, koletî û bindestiyê ye. Ji lew re hat girtin da ku ji were dûrxistin."

Hemdiye Silêman destnîşan kir ku rêber Ocalan bi fikir û pirtûkên xwe girtîgeh veguherand dibistanekê, hêz û israra wî ya temamkirina xeta xwe zêde bû û wiha pê de çû: "Em jin, dê li ser xeta rêbertî bimeşîn, xeta têkoşer û girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de temam bikin."

Li aliyekî din jî Nafiya Betal da zanîn kesayeta rêvebertiyê ya rêber Abdullah Ocalan û fikra wî li pêş hêzên modernîtiya kapatalîzmê bû asteng û êdî bûye navend ji tevahî kesayet û şepêlên fikrî yên nûjen re, ji lew re dîtin ku rêbertî li hember wan xeteriyek e û girtin.

Nafiya Betal bi lêv kir ku aştî, ewlehî, pirrengiya ziman û nasnameyan li kêrî dewleta Tirk nayê, ji lew re divê tevahî jin ji bo serbestberdana rêber Ocalan serî hildin, ji ber fikra wî neynika jinên Kurdistanê ye.

 ‘RÊBERTÎ EM BER BI RÊYA RAST VE BIRIN’

Şêniya bi navê Iqlîme Hisên got, tecrîd ne tenê li dijî rêber Ocalan e, lê belê li dijî tevahî gelê Kurd e, armanca tecrîdê, dûrxistina rêbertî, şikandina moral û vîna gel e.

Iqlîme Hisên wiha domand: "Ew nikarin me û rêbertî ji hev dûr bixin, rêbertî ji girtîgehê bi hezaran pirtûk û perspektîf çêkirin û em ber bi rêya rast ve birin."

Iqlîme Hisên wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêber Abdullah Ocalan bû felsefe û minareya rêya her mirovekî/e azad, nexasim jin, ji lew re divê em têkoşîna li ser xeta rêbertî berdewam bikin."

(fr)

ANHA