Wezîrê Maliyeyê yê Tirkiyê Albayrak îstîfa kir

Wezîrê Maliyeyê û zavayê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan, Berat Albayrak ji peywira xwe îstîfa kir. Hikumetê hê daxuyanî nedaye.

Wezîrê Maliyeyê yê Tirkiyê Albayrak îstîfa kir
8 mijdar, 2020   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berat Albayrak yê ku Wezîrê Maliyeyê û zavayê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan e ji peywira xwe îstîfa kir. Albayrak li ser hesabê xwe yê înstagramê diyar kir ku wî îstîfa kiriye.

Çapemeniya di bin kontrola Erdogan de hê bêdeng e û hikumetê tu daxuyanî nedaye.