Îbrahîm Şêxo: 28 rêxistinan li dijî propagandaya dagirkirinê ya rêxistina Alman belgeyek îmze kir

28 rêxistinên hiqûqî li dijî  rêxistina Welt Henker Hellf a Alman a propogendeya bicihkirina kesên biyanî li herêma Efrînê ya dagirkirî dike, belgeyeke protestoyî îmze kir.

Îbrahîm Şêxo: 28 rêxistinan li dijî propagandaya dagirkirinê ya rêxistina Alman belgeyek îmze kir
8 mijdar, 2020   16:00
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografî û polîtîkeyên tirkkirinê li herêma Efrînê ya dagirkirî didomînin. Di vê çarçoveyê de nav gund û deveran vediguhere zimanê tirkî, zimanê tirkî li dibistanan ferz kiriye, her wiha şêniyan neçar dike ku pereyên tirkî bi kar bînin û nasnameyên kesayetî bi yên tirkî diguhere.

Li ser vê mijarê, berdevkê fermî yên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk ji mijara bicihkirina kesên biyanî li malên şêniyên resen ên kantona Efrînê ya dagirkirî propogendayan dike û got: "Di vê çaçroveyê de rêxistina Welt Henker Hellf a Alman ku şaxekî wê li bajarê Dîlokê heye pêşniyara restorekirina 400 malan li bajarên Efrîn û Ezazê pêşkêş kir da ku kesên biyanî û malbatên çeteyan lê bi cih bike."

Şêxo destnîşan kir ku ew jî di nav de, 28 rêxistinên hiqûqî û sivîl li dijî vê yekê belgeyeke protestoyî  bi zimanên almanî û erebî îmze kir û ji rêveberiya rêxistinî ya li Almanyayê re şandine û wiha domand: "Restorekirina ku rêxistina alman pêk bîne ji bo malên şêniyên Efrînê ne yên ku bi zorê koçberên kantona Şehbayê bûne û di nava 5 kampan û malên kavilkirî de ne."

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku koçberên efrînî yên di kampên kantona Şehbayê de mercên zehmet derbas dikin û di her aliyan de pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, nemaze alîkariyên zivistanî.

Şêxo destnîşan kir ku projeya ku rêxistina Welt Henker Hellf a alman pêşkêş kiriye heger pêk were wê bandoreke neyinî li herêmê bike û dagirkerî û guhertina demografî bisepîne.

Têkildarî hewldanên "Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê" ya rewakirina dagirkerî û sûcên wê, şandeyek bi serkêşiya çete "Nesir El-Herîrî" bi hinceta  ku li ser binpêkirinên çeteyan ên li dijî sivîlan bisekine serdana Efrîn kir. Îbrahîm Şêxo li ser vê mijarê wiha got: "Çeteyê bi navê Nesir El-Herîrî serdana gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî kir ku gundekî Êzidî ye û îdia kir ku binpêkirinên ji aliyê çeteyan ve yên li dijî civaka Êzidî sûcên ferdî ne."

Çeteyên "Feyleq El-Şam" li gundê Basûfanê yê êzidiyan mizgeftek ava kir û şêniyan neçar dikin ku rê û resmên ola îslamê pêk bînin û fêrî Quranê bibin, lê îtîlafê behsa vê mijarê nekir.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Îbrahîm Şêxo got, serdana çete Nesir El-Herîrî û şandeya "Îtîlafê" ji bo kantona Efrînê ji bo xweşikirina wêneya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hat.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Hakg97_8c5U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>