Piştî Meer Hetat..leşkerên Tirk nuqteyeke din vedike

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji nuqteya "Meer Hetat" ya li başûrê Idlibê vedikişe. Li gorî agahiyan nuqteya sêyemîn a li gundewarê rojavayê Helebê jî vedike.

Piştî Meer Hetat..leşkerên Tirk nuqteyeke din vedike
8 mijdar, 2020   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker dest bi vekişînê ji nuqteya "Meer Hetat" ya li ser rêya navneteweyî ya di navbera Heleb-Şamê ya başûrê Idlibê de kir.

SOHR got, hêzên artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke li gundê Dêr Sunbul ê başûrê Idlibê ava kir.

Tora nûçeyan a RT bi bîr xist ku hêzên Tirkiyê biryar da ku nuqteya xwe ya "Qubtan El-Cebel" ya li gundewarê rojavayê Helebê ku bi nuqteya 3'yan tê naskirin, vala bike û dest bi vekirinê kiriye.