Piştî vegera Demokratan, gelo dê pêleke nû ya ‘Bihara Ereban’ pêk were?

Nivîskarê tunisî Macid El-Berhûmî da zanîn ku siyaseta DYA’yê yek e, lê belê rêbazên meşandina vê siyasetê ji aliyê Demokrat û Komarparêzan ve cuda ne û pêşbînî kir ku pêleke nû ya ‘Bihara Ereban’ derkeve.

Piştî vegera Demokratan, gelo dê pêleke nû ya ‘Bihara Ereban’ pêk were?
8 mijdar, 2020   12:25
QAHÎRE- EMANÎ EZAM

Serkeftina Jeo Biden di hilbijartinên serokatiya DYA’yê de ku dê bi dewletên derdorê re siyaseteke nû bimeşîne, fikareke mezin li cem gelek welatên cîhanê çêkir.

Hinek alî Biden wek piştevanê demokrasiyê û serkefina dîplomasiyê li dijî zordariya serokê berê Donald Trump bi nav dikin, hinek jî Biden wek zilamekî zehmet ku dê aloziyên li herêmê gur bike, dibînin. Her wiha metirsî hene ku pêleke nû ya ‘Bihara Ereban’ ku gelek desthilatên welatên Ereban ji peywirê xistin, derkeve.

Têkildarî mijarê, nivîskarê tunisî û serokê Navenda Mixaribî ya Lêkolîn û Belgekirinê Macid El-Berhûmî wiha got: "Siyaseta Amerîkayê yek e, çi ji aliyê Demokratan ve çi jî ji aliyê Komarparêzan ve be. Lê belê rêbazên meşandina vê siyasetê ji hev cuda ne. Komarparêz siyasetê bi hêzê dimeşînin û zordar in, lê belê Demokrat bêhtir dîplomatîk in, ew li pişt perdeyê gefan dixwin.”

El-Berhûmî ji ANHA`yê re diyar kir ku piştî serkeftina Biden dê kopiyeke nû ya Barack Obama, Bill Clinton, Jimmy Carter, John Kennedy û gelek kesên din ên Demokrat derkeve, lê belê siyaset dê yek be.

El-Berhûmî wiha domand: "Obama di serdema serokê berê Husnî Mubarek de hat Qahîreyê û ragihand ku dê rûpeleke nû bi cîhana erebî û îslamî re veke, lê belê rêveberiya wî ji bo Mubarek ji peywirê bixe, gelek hewldan kirin."

Nivîskarê tunisî destnîşan kir ku projeya ‘Bihara Ereban’ dê li welatên wekî Sûdan û Cezaîrê dewam bike.

(cx)

ANHA