'Ji bo valaderxistina komployan divê pergala rêxistinî were xurtkirin'

Nûnerên PYD'ê diyar kirin ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk bi rêya hedefkirina rûspiyên êşîran dixwazin fitneyê navbera pêkhateyan de çêbikin, her wiha teqez kirin ku pêwîste pergala rêxistinî were xurt kirin da ku hemû komployên ku li dijî gelê herêmê tên meşandin, pûç bikin.

'Ji bo valaderxistina komployan divê pergala rêxistinî were xurtkirin'
'Ji bo valaderxistina komployan divê pergala rêxistinî were xurtkirin'
'Ji bo valaderxistina komployan divê pergala rêxistinî were xurtkirin'
'Ji bo valaderxistina komployan divê pergala rêxistinî were xurtkirin'
'Ji bo valaderxistina komployan divê pergala rêxistinî were xurtkirin'
7 mijdar, 2020   14:21
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo hilbijartina nûnerên meclisa navçeya Tirbêspiyê ya herêmê Cizîrê civînek berfireh ji şêniyên bajaroka Meşûqa re li dar xist.

170 endamên PYD'ê û bi dehan şêniyên bajarokê tev li civînê bûn. Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Silêman Ebû Bekir, Hevserokê PYD'ê ya navçeya Tirbêspiyê Fesîh Hisên di civînê de axivîn û destnîşan kirin ku partî li ser nirxên bilind hate damezrandin û ji bo azadî û demokratiyê têkoşîn dike.

Ebû Bekir û Hisên dan zanîn ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk bi hedefkirina rûspiyên êşîran dixwazin fitneyê navbera pêkhateyan de çêbikin, her wiha teqez kirin ku pêwîste ku pergala rêxistinî were xurt kirin da ku hemû komployên ku li dijî gelê herêmê tên meşandin, pûç bikin.

Di civînê de 150 kes ji pêketiya ereb daxwazên tevlêbûna partiyê radest kirin, piştre 2 endam weke nûnerên meclisa PYD'ê ya navçeya Tirbêspiyê hilbijartin.

(dm)

ANHA