Bi nêzîkbûna Biden ji Koşka Spî re, Jeffrey amadekariya istîfayê dike

Rojnameya Şeriq El-Ewset eşkere kir ku nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê James Jeffrey amadekariyên istîfayê ji erkê xwe dike.

Bi nêzîkbûna Biden ji Koşka Spî re, Jeffrey amadekariya istîfayê dike
7 mijdar, 2020   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyê got:"Nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyê James Jeffrey di seatên borî de bi hejmarek hempêşiyên xwe yên ewropî, rayedarên ereban û kesayetiyên muxalif ên sûrî re axiviye û ew agahdar kirine ku erkê wî bidawî bûye, lê siyaseta Amerîkayê eger Biden di hilbijartinên seroketiyê de biser bikeve jî, wê dewam bike."

Li gorî rojnameyê cîgirê Jeffrey, Joel Rubarn ku di têkilî û civînên Jeffrey de amade bû, wê erka wî dewam bike.

Jeffrey yek ji alîgirên dewleta Tirk li Sûriyê bû û bi Joe Biden re ku hindik maye di hilbijartinan serokatî ya DYA`yê de biser bikeve, ne lihev e.

(dm)