​​​​​​​'KCK bi helwesta xwe dê planên PDK û dewleta Tirk têk bibe'

Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî diyar kir ku her şerek di navbera kurdan de derkeve wê bandoreke neyinî li gelê Kurd bike û destnîşan kir ku Mesûd Barzanî bi ragihandina şer li dijî PKK'ê re wê rewşa Başûrê Kurdistanê aloztir bike.

​​​​​​​'KCK bi helwesta xwe dê planên PDK û dewleta Tirk têk bibe'
7 mijdar, 2020   01:29
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞERVÎN MISTEFA

Têkildarî bûyerên dawî yên li Başûrê Kurdistanê û daxuyaniyên serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ku niyeta xwe ya şer li dijî gerîlayan eşkere kiriye, siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî yê ji Başûrê Kurdistanê ji ANHA'yê re axivî.

Kerîmî siyasetên hikumeta Başûrê Kurdistanê ku planên dewleta Tirk ên tunekirina hebûna kurdan dike armanc, rexne kir.

Kerîmî got: "Başûrê Kurdistanê di aloziyeke mezin de ye, hikumet bi gel re li hev nake. Her wiha hin partiyên di bin banê hikumetê de ne yek in û li hev nakin û heta niha nikarîn hikumeteke niştimanî ava bikin."

Kerîmî destnîşan kir ku tevî beşdarbûna Yekitî Niştimanî Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran di sazûmaniya hikumeta Başûr de, lê ewan jî nikarî tu rolî pêk bînin û wiha dom da axaftina xwe : "PDK'ê hikumet xistiye bin desthilata xwe bêyî ku tu paxavê bi dîtir bike û bi tenê biryara pêşeroja gel û çarenûsa wê dide."

'CIHÊ MIXABINIYÊ YE KU PDK'Ê BI FERMANA TIRKIYÊ TEVDIGERE'

Elî Kerîmî diyar kir ku ya ku diqewime, ne şerekî di navbera kurdan de ye, lê belê şerê dewleta Tirk bi kurdan re ye ku PDK li şûna wê li Başûrê Kurdistanê serkêşiya wê dike. Kerîmî got: "Cihê mixabiniyê ye ku PDK bi fermana Tirkiyê tevdigere."

Derbarê daxuyaniya dawî ya Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî de siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî diyar kir: "Tevî ku Mesûd Barzanî şerê bi kurdan re heram kiriye, lê nameya wî eşkere ye ku li dijî PKK'ê şer ragihandiye, ev yek wê rewşa Başûrê Kurdistanê aloztir bike."

'BERSIVA HÊZÊN GERÎLA EQLANE YE EM JÊ BAWER IN'

Kerîmî got, ew bi bersiv û helwesta hêzên gerîla ya aqlane ya li hemberî aloziyên ku hin alî derdixînin bawer e û destnîşan kir ku hêzên gerîla wê bi zimanekî siyasî bersivê bide û siyasetên ku Tirkiye bi PDK'ê re plan dike têk bibe.

Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî di dawiya axaftina xwe de got, daxuyaniya KCK’ê di cih û zemanê wê de hat û hêvî kir ku şer pêk neyê" heger şer derkeve wê bandoreke neyinî li gelê Kurd bike." Kerîmî destnîşan kir ku PKK şer qebûl nake, lê heger şer an êriş pêk werin wê mafê parastina rewa bi kar bîne.

ANHA