YE'yê cezayên nû li hikumeta Şamê birî

Yekitiya Ewropa cezayên nû li hikumeta Şamê birî û 8 wezîrên din ên hikumetê xist lîsteya reş.

YE'yê cezayên nû li hikumeta Şamê birî
6 mijdar, 2020   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Konseya Yekitiya Ewropayê de hate gotin: "Konse biryar dide ku 8 endamên din ên hikumeta Şamê li lîsteya kesên di bin bendên cezayê Yekitiya Ewropa yên li djiî Sûriyê  de zêde bike."

Yekitiyê di Îlona borî de 7 wezîrên hikumeta Şamê de xist lîsteya cezeyan a taybet bi yekitiyê ve.