Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist û meclisa nû ji 24 endaman hilbijart.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li dar xist
6 mijdar, 2020   17:46
ŞEHBA

Bi diruşmeya "Em ê teqez bi ser kevin, dem dema azadiyê ye", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê konferansa xwe li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xist. 500 delegeyên tevgerê, 50 mêvan ji Meclisa Malbatên Şehîdan, komîn û meclis, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, Yekitiya Werzîşê û nûnerên partiyên siyasî beşdarî konferansê bûn.

Hola konferansa bê wêneyên şehîdan, posterên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên "Em ê teqez bi ser kevin" û "Tolhildan sonda me ye" hatibû xemilandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Meclisa Kantona Efrînê, Newroz Efrîn axivî, konferans li ciwanan pîroz kir û rewşa siyasî nirxandin.

Newroz Efrîn bal kişand ser destwerdanên Tirkiyê yên li dewletên Rojhilata Navîn û welatên derdorê û got: "Dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê êriş dewlet û herêmên ewle dike. Ji armancên wê krîza xwe ya hundir derxîne derve û împratoriya Osmanî zindî bike da ku xêr û berhemên welatan talan bike."

Newroz Efrîn îşaret bi êrişên Tirkiyê yên li ser çiyayên Kurdistanê, Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya şaneyên xwe yên veşartî êrişî herêmê dike da ku tevliheviyê di navbera pêkhateyan de biafirîne û projeya neteweya demokratîk a ku li pêşberî siyasetên Erdogan dibe bend têk bibe.

Newroz Efrîn di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku asta perwerdeya xwe bilind bikin, felsefeya rêber Ocalan fêm bikin û li pey siyasetên şerê taybet ku dewletên kapîtalîst, di serî de dewleta Tirk bi rêxistin dike, nekevin.

Piştre sînivîsyoneke li ser xebatên du salan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê hate pêşandan.

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê, Mihemed Weysî rapora rewşa tevgerê û xebatên wê yên du salan xwend. Beşdaran jî li ser raporê nirxandinên xwe parve kirin.

Endamê tevgerê Nacî Selama jî rêziknameya tevgerê xwend, li gorî nêrînên beşdaran guhertin hatin kirin û di dawiyê de hate erêkirin.

Ji bo pêşxistina kar nêrîn û pêşniyar hatin kirin û wekî biryarên du salên bê ji aliyê beşdaran ve hatin erêkirin. Ji wan; li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan têkoşînirin, di hemû qadên têkoşînê de pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk, domadina pêngavênên ciwanan û aktîvkirina rola xwendekaran da ku di civakê de bibin xwedî rol.

Piştre 22 endamên meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê hatin hilbijartin û Ciwan Hiso û Zelal Ebdo wekî hevserok hatin hilbijartin.

Konferans bi gerlandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QsuUmAicu1g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>