Endama PE'yê bi berprisên QSD û YPJ'ê re civiya

Endama Parlamantoya Ewropa (PE) Hannah Newman bi berpirsên QSD û YPJ'ê re hevdîtin pêk anî, rewşa leşkerî, ewlehî û kampên malbatên çeteyên DAIŞ'ê nîqaş kirin.

Endama PE'yê bi berprisên QSD û YPJ'ê re civiya
6 mijdar, 2020   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Parlamantoya Ewropayê û seroka Şandeya Têkiliyên bi Nîvgirava Erebî re Hannah Newman di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, vê êvarê li bajarê Qamişloyê bi berpirsê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Rêdûr Xelîl û berdevka fermî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah re civiya.

Endama Parlamantoya Ewropayê û seroka Şandeya Têkiliyên bi Nîvgirava Erebî re Hannah Newman duh sibeha di deriyê sînor ê Sêmalkayê re gihişt Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi berpirsên Rêveberiya Xweser re hevdîtin pêk anî.

Endama Parlamantoya Ewropayê, rewşa leşkerî, ewlehî ya herêmê, hêzên leşkerî yên biyanî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa kampên malbatên çete lê dimînin şopand.

Di hevdîtinê de, Rêdûr Xelîl axivî û destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê QSD'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û diyar kir ku çalakiyên QSD'ê yên li dijî şaneyên DAIŞ'ê berdewam in.

Xelîl bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û eşkere kir ku hin herêmê hatin dagirkirin, bi hezaran sivîl ji warê xwe koçber bûn û rewşa meydanî û hêzên li herêmê hate guhertin.

Rêdûr Xelîl bi bîr xist ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek hêzên leşkerî yên biyanî, hêzên Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Rûsya hene û hêzên hikumeta Şamê li ser sînor bi cih dibin û wiha domand: "Ji ber binpêkirinên domdar ên Tirkiyê  û çeteyên wê yên li dijî şêniyan û gefên dagirkirina herêmên nû fikar û tirs hene."

Berdevka fermî ya YPJ'ê Nesrîn Abdullah jî diyar kir ku di şerê hêzên leşkerî yên li hemberî terorê de gelek zehmetî hene û eşkere kir ku cîhan dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên li cem QSD'ê girtî ne û malbatên wan ên di kampan de paşguh kirine.

Nesrîn Abdullah îşaret bi binpêkirinên li dijî jinan ên li herêmên ku Tirkiyê dagirkirin, rewşa koçberan di kampan de, xemsariya aliyên têkildarî yên Yekitiya Ewropa û rêxistinên mafên mirovan kir.

Tê payîn ku endama Parlamtoya Ewropa û seroka şandeya têkiliyên bi nîvgirava Erebî Hannah Newman dê sibe bi saziyên jinan re hevdîtinê pêk bîne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QQzozelaBFg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>