PDK hêzên xwe dişîne xeta Ranya-Rewanduzê

Hêzên PDK'ê li bejahiya Ranyayê bi cih dibin û hewl didin qada gerîla ya li herêmê dorpêç bikin. PDK'ê beriya niha hêzeke xwe şandibû herêma Garê û ji ber ku hewl da bikeve kampa gerîla, alozî derketibû.

PDK hêzên xwe dişîne xeta Ranya-Rewanduzê
6 mijdar, 2020   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, PDK'ê hêzeke xwe ya çekdar li herêmeke di navbera navçeya Ranya û Rewanduzê de bi cih kir û baregehên leşkerî ava dike.

Hêzên çekdar ên PDK'ê li ser Girên Simore û Girê Tuşreke yên li bakurê rojhilatê Rewanduzê dest bi çêkirina baregehên leşkerî kiriye.

Ev herêm nêzî qadên Zozanên Sêwek, Zîn, Bêrêş û Karoxê ye ku wek qadeke gerîla tê naskirin. Tê gotin ku bi vî rengî hewl tê dayîn ku dor li vê herêma gerîla bê girtin.

Rojên 30-31'ê Cotmehê jî PDK’ê hêzên Zêrevanî û çekdarên xwe yên bi navê 'Roj' li gel çekên giran derbasî qadên Bêxme, Henare û Xelan ên nêzî Geliyê Elî Begê kiribûn û tê gotin ku PDK amadekariyan dike ku hêzeke zêdetir li çiyayê Korek û çiyayê Gors bi cih bike.

PDK'ê doh jî hêzek bi çekên giran derbasî gundê Gerewan ê li heman herêmê kiribû.

Bi vê veguhastinê re PDK di heman demê de sînorê li gorî lihevkirina PDK û YNK'ê hatibûn diyarkirin, derbas kiriye û li deverên dikevin sînorê YNK'ê baregehan ava dike.