Qedexeya derketina derve ya giştî li Dêrikê dest pê kir

Li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê qedexeya derketina derve ya giştî dest pê kir û şênî qedexeyê pêk tînin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî dewriyeyên xwe zêde kirin da ku qedexe neyê binpêkirin.

Qedexeya derketina derve ya giştî li Dêrikê dest pê kir
Qedexeya derketina derve ya giştî li Dêrikê dest pê kir
Qedexeya derketina derve ya giştî li Dêrikê dest pê kir
6 mijdar, 2020   10:51
QAMIŞLO

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) ku vê dawiyê li Dêrikê zêde bû, di 3`yê Mijdarê de qedexeya giştî ya 14 rojan li ser bajarê Dêrikê ferz kir. Qedexeyê di 6`ê Mijdarê (îro) de dest pê kir.

Şêniyên bajêr bi rêk û pêk qedexeyê pêk tînin. Sûk û dikanên bajêr tev girtî ne, tenê navendên wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sotemenî, firin û navendên tendirustiyê vekirî  bimînin. Her wiha dikanên madeyên xwarinê yên di nava bajêr de heta saet 1`ê nîvro vekirî ne.

Tevahiya dikan, gerac û saziyên civaka sivîl li navçeyê girtî ne. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî dewriyên xwe di nava bajêr de zêde kirin. Deriyên têketin û derketina ji bajêr jî hatin girtin.

 (şx)

ANHA