Polîsên Almanyayê dest bi lêgerîna li êrişkarên Viyanayê kir

Polîsên Almanyayê îro ragihand ku li dijî kesên girêdayî êrişa Viyanayê ku roja duşemê pêk hatibû û di encamê de 4 kes hatibûn kuştin, ew ê dest bi operasyonên lêgerînê bikin.

Polîsên Almanyayê dest bi lêgerîna li êrişkarên Viyanayê kir
6 mijdar, 2020   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê polîsên Almanyayê ragihand ku wan li gelek bajarên Almanyayê ji bo girtina 4 kesên ku têkiliya wan bi êrişa Viyanayê re heye, operasyonên lêgerînê dane destpêkirin.

Polîsên Almanyayê (BKA) li ser Twitterê bi bîr xist ku ew li malan û şîrketên li bajarokên Osnabruck û taxa Bainberg a nêzî Hamburgê lêgerînê dikin.

Hikumeta Awisturyayê jî ragihand ku li dijî Viyanayê êrişeke terorîstî ji hêla komek çekdar ve pêk hatiye. Ev êriş li dijî 6 cihên cuda yên nêzî mezintirîn dêrên bajêr pêk hat.

Hate ragihandin ku 3 sivîlên ku 2 ji wan mêr in û jinek, hatine kuştin. Waliyê Viyanayê Mikhail Lyudvik ragihand ku nexweşxaneyên bajêr zêdetirî 15 birîndar pêşwazî kirine û rewşa 7 birîndaran ne baş e.

(şx)