​​​​​​​Di çalakiyên HPG’ê de 3 leşker hatin kuştin

HPG'ê daxuyand ku li Heftanînê hêzên wan ji du baskan ve çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistine û her wiha li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî 3 leşkerên artêşa dagirker hatine kuştin.

​​​​​​​Di çalakiyên HPG’ê de 3 leşker hatin kuştin
5 mijdar, 2020   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku hêzên wan li qada Şehîd Kendal a Heftanînê ji du baskan ve çalakî birine ser leşkerên Tirk ên dagirker ên li Girê Mele Yehya ya Koxê. Her wiha hate ragihandin ku li Çelê li Girê Şehîd Rêber çalakî birine ser dagirkeran û 3 leşkerên Tirk hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha da zanîn: ''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê hêzên me 4'ê Mijdarê saet 16.30'an li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê li dijî dagirkeran ên li Girê Mele Yehya ya Koxê bi cih bûbûn ji du baskan ve çalakî birine ser wan. Du kozikên ku baskê pêşî kirî hedefa xwe li gel dagirkerên tê de îmha bûne. Baskê duyan ê çalakiyê jî ji nêz ve bi karîgerî li dagirkeran daye. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li artêşa TC'ê ya dagirker hatie xistin, çend dagirker hatine cezakirin bi zelalî tespît nebûye.

Piştî çalakiya ku hatî kirin artêşa TC'ê ya dagirker bi çekên giran bi rasthatinî derdor bombe kiriye.

4'ê Mijdarê saet 07.40'î hêzên me li Çelê ya Colemergê li dijî dagirkerên ku li Girê Şehîd Rêber bi cih bûbûn çalakî kirine. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine cezakirin û kozikeke dagirkeran hatiye rûxandin.

Artêşa TC'ê ya dagirker li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî anîne. Derheqê êrişên hewayî agahiyên berfireh wiha ne:

- 4'ê Mijdarê saet 16.45'an derdora gundê Duvriyê yê li herêma Garê hatiye bombekirin.

- 4'ê Mijdarê saet 12.20'an Girê Sor ê li herêma Avaşînê hatiye bomekirin.

Di van êrişên hewayî de tu ziyan nehatiye ser hêzên me.''