Gundewarê ​​​​​​​rojhilatê Babê bûye hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker

Artêşa Tirk a dagirker di hefteya borî de hedefgirtina gundên li herêmên nêzî eniyên şer ên li nêzî bajarokê Erîma zêde kir. Ev topbaran ji payîza sala borî ve ya herî dijwar e.

Gundewarê ​​​​​​​rojhilatê Babê bûye hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker
Gundewarê ​​​​​​​rojhilatê Babê bûye hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker
Gundewarê ​​​​​​​rojhilatê Babê bûye hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker
Gundewarê ​​​​​​​rojhilatê Babê bûye hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker
5 mijdar, 2020   07:36
MINBIC-ZANA SEYDÎ

Artêşa Tirk sêşemê, gundên Qir Wêran û Kor Heyok topbaran kirin û gelek top li her du gundên tijî sivîl ketin. Artêşa Tirk a dagirker di du hefteyên dawîn de, asta êrişên xwe yên li dijî jîngehan li herêmên nêzî eniyên şer ên di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û Hêzên Eniya Ekrad ji aliyekî ve û ji aliyê din ve artêşa Tirk û çeteyên wê de zêde kir.

Li gorî daneyên ku ji herêmê hatine bidestxisitn, artêşa Tirk a dagirker ji 20`ê Cotmehê ve ji nuqteyên xwe yên li gundên Şêx Nasir û Cib Berazî derdora 150 top û moşek avêtine. Ji sala borî ve û li gel belavbûna hêzên hikumeta Şamê û polîsa leşkerî ya Rûsyayê li herêmê, ev êrişa herî dijwar e.

Artêşa Tirk a dagirker herî zêde gundên Qirt Wêran, Kewklî, Kor Heyok, Werîde, Cebel Siyade û Miyesere li nêzî bajarokê Erîma dike hedef. Li van gundan, mezintirîn baregehên Rûsyayê yên li rojhilatê gundewarê Babê yê dagirkirî heye.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê ya li Qirt Wêranê Elî El-Yûsif dibêje, malên sivîlan rastî suiqestkirin û topbaranê tên. El-Yusif destnîşan kir ku hêzên wan hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ber wan gundan ve pêşkevin şikandine.

Şêniyên wan gundên nêzî eniyên şer, ji ber tirsa li ser jiyana xizmên xwe yên ku li herêmên dagirkirî dimînin, nikarîn nêrînên xwe rave bikin. ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlan bi kuştinê tehdîd dike.

Di encama topbarana li dijî gundê Qirt Wêranê de di Tîrmehê de 5 kes şehîd bûn û 2 kes ji malbatekê birîndar bûn

Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di gelek daxuyaniyên xwe de bang li dewletên dabînker (Rûsya û DYA) kir ku sozên xwe ji bo parastina sivîlan bînin cih û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dema navbera Tebaxa 2016`an û Sibata 2017`an de, di şanoyekê de herêma di navbera Cerablus û Ezazê de heta bigihêje bajarê Babê û gundewarê dagir kirin. Wê wextê DAIŞ`ê ew herêm radestî dewleta Tirk a dagirker kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kIdJyczV68E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>