Balefirên Tirkan gundên Şêladizê û Dînartê bombe kirin

​​​​​​​Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Şêladizê û Dînartê yên bi ser Dihokê ve bombebaran kirin.

Balefirên Tirkan gundên Şêladizê û Dînartê bombe kirin
4 mijdar, 2020   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî zanyariyên ji herêmê bi dest ketin, di saetên êvarê de balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Sîte ya devera Rêkan û gundê Nehlê yê devera Zêbarî bombebaran kirin.

Têkildarî ziyanên canî tu zanyariyek zelal bi dest neket, lê hate gotin di encama bombebaranê de ziyaneke mezin bi jîngeha deverê ketiye.