Fransayê parçekirina Tevgera Gurên Boz a Tirk ragihand

Wezareta Hundirîn a Fransayê parçekirina tevgera Gurên Boz a Tirk ragihand, piştî ku propagandaya dijminahiyê û pêkanîna kirinên tundiyê li Fransayê kir.

Fransayê parçekirina Tevgera Gurên Boz a Tirk ragihand
4 mijdar, 2020   15:44
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Hundirîn Gerald Darmannan li ser hesabê xwe yê twitterê got: “Tevgera Gurên Boz a Tirk hate parçekirin, ji ber ku propagandaya dijminahî û pêkanîna tundiyê dike.”

Ev tevger di nava rêxistinên ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike ya herî xeternak e. Gelek bûyerên tesfiyekirina muxalifên Tirk û Kurd pêk anîne.

(şx)