Desteya Tenduristiyê serdana nexweşxaneya Covid-19 a li Dêrikê kir

Desteya Tenduristiyê ya rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava bajarê Dêrikê ya Covid -19 de geriya, da ku rewşa nexweşan bişopîna û pêdiviyên pêwîst pêşkêş bike.

Desteya Tenduristiyê serdana nexweşxaneya Covid-19 a li Dêrikê kir
Desteya Tenduristiyê serdana nexweşxaneya Covid-19 a li Dêrikê kir
Desteya Tenduristiyê serdana nexweşxaneya Covid-19 a li Dêrikê kir
Desteya Tenduristiyê serdana nexweşxaneya Covid-19 a li Dêrikê kir
Desteya Tenduristiyê serdana nexweşxaneya Covid-19 a li Dêrikê kir
4 mijdar, 2020   17:31
 QAMIŞLO

Bi zêdebûna nexweşên vîrusa Koronayê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û herêma Dêrikê bi taybet, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Mistefa Keleş serdana nexweşxaneya Dêrikê ya navendî û beşa nexweşên Covid-19 kir. Şande bi rêveberiya nexweşxaneyê re civiya û pêkanîna biryarên ku şaneya krîzê ji bo rêgirtina li pêşiya pandemiyê girtine, şopand.

Şande di nava odeyên beşa Covid-19 de geriya û rewşa nexweşan ji nêz ve nas kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku wan bi armanca şopandina rewşa nexweşên vîrusa koronayê serdana nexweşxaneyê kir.

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku wan tevahiya pêdiviyên tenduristî yên pêwîst ji nexweşxaneya Dêrikê re pêşkêş kirin da ku nexweşên pandemiyê bêne dermankirin.

Mistefa bang li tevahiya şêniyan kir ku tedbîrên tenduristiyê bigirin û alîkariya kadroyên tenduristiyê bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lDPN4bEGn0Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>