Şêniyên Dêrikê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin

Şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê cenazeyên 4 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên ku di cihên cuda de şehîd bûne li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Şêniyên Dêrikê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin
Şêniyên Dêrikê cenazeyên 4 şehîdan oxir kirin
4 mijdar, 2020   15:26
QAMIŞLO

Şênî li pêşiya nexweşxaneya Dêrikê kom bûn û cenazeyên şehîdan Sîrac Elî, Mihemed Wehîd Cebir, Mesûd Taşkin (Demhat Sêrtî), Mistefa Elî (Şiyar) girtin.

Şênî bi karwanekî erebeyan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê, hevalên şehîdan, cenazeyên hevalên xwe heta qada goristanê birin. Li qadê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubêd axivî û got: “Di şexsê her çar şehîdan de em tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Şehîdên ku canê xwe ji bo rizgariya gelan feda kir.”

Ubêd destnîşan kir ku tevahiya komployên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya hevgertina gelan û têkilbûna xwînê di eniyên şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker de bi bin ketin.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Asayîşê yên Dêrikê Zinar Hacî axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna xewnên wan da.

Bi navê malbatên şehîdan, Viyan Cûdî axivî û wiha pê de çû: “Di encama hevgirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi saya xwîna şehîdan a pak felsefeya demokratîk bi ser ket.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeyên şehadeta şehîdan ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Piştre girseya gel, cenazeyên her çar şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana şehîdan, veşartin.

(şx)

ANHA