Li Helebê pêşangeha pirtûkên Abdullah Ocalan hate lidarxistin  

Îro Kongreya Star pêşangeha pirtûkên rêber Abdullah Ocalan bi piştrastkirina berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina wî bi dawî kir.

Li Helebê pêşangeha pirtûkên Abdullah Ocalan hate lidarxistin  
4 mijdar, 2020   15:23
 HELEB

Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê, di 28`ê Cotmehê de pêşangeha pirtûkên rêber Abdullah Ocalan di bin konekî de vekir. Pêşangeh bi dayîna daxuyaniyekê li qada Cibênat li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dawî bû.

Bi dehan endamên sazî û meclisên taxê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Koordînatora Kongreya Starê Amne Xidir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo hêsankirina bidestxistina pirtûkan û peydakirina derfeta xwendina pirtûkan ji hezkiriyên wê re, Kongreya Star ev însiyatîf da destpêkirin. Her wiha jê armanc dike ku dengê jinan bilind bikin ji bo ku banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bike.

Kongreyê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê lidarxistina çalakiyan li tevahiya cîhanê bidomîne heta ku rêber Abdullah Ocalan rizgar dibe. Her wiha dê têkoşîna xwe li hemberî her aliyê ku li pêşiya projeya demokratîk dibe kelem mezin bikin û dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Kongreyê da zanîn ku ev pêşangeh ji bo pirtûkên rêber Abdullah Ocalan bû, wê pêşangeha bê ji bo pirtûkên şehîdan be.

Pêşangeh bi berzkirina dirûşmên silavkirina rêber Abdullah Ocalan û şehîdan bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0cE5Ap_URJM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>