Parlamenterekî Iraqê: Bêhna xwînê ji peyama Barzanî tê

Endamê parlamantoya Iraqê Serkewt Şems El-Dîn daxuyand ku daxuyaniya vê dawiyê ya serokê PDK`ê Mesûd Barzanî lêgerîna li hinceta derxistina şer e.

Parlamenterekî Iraqê: Bêhna xwînê ji peyama Barzanî tê
3 mijdar, 2020   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Iraqî Serkewt Şems El-Dîn got: “Ji bersiva serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ji banga Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re, lêgerîna li hinceta derxistina şer tê fêmkirin.”

Piştî banga KCK`ê ya rêgirtina li şerê birakujiyê, serokê PDK`ê Mesûd Barzanî axivî û li şûna ku behsa diyalogê û çareserkirina aloziyê bike, KCK tawanbar kir.

Têkildarî mijarê, parlamenterê Iraqî Serkewt Şems El-Dîn daxuyaniyek da û anî ziman ku “bêhna xwînê” ji nameya Barzanî tê û wiha got: “Heke pêşî li vê yekê neyê girtin, em ê bi kerasteke mezin re rû bi rû bibin. Ji ber ku Mesûd û Mesrûr Barzanî nikarin bêyî derxistina aloziyan bijîn.”

(dm)