SOHR: Dewleta Tirk beşeke din ji çeteyên Sûriyê şand Qerebaxê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku dewleta Tirk beşeke nû ji çeteyên Sûriyê şandin Qerebaxê û ji wan 9 çete di şerê li Qerebaxê de hatine kuştin.

SOHR: Dewleta Tirk beşeke din ji çeteyên Sûriyê şand Qerebaxê
3 mijdar, 2020   11:06
 NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê îro ragihand ku dewleta Tirk 230 çeteyên ji Sûriyê şandin Azerbêcanê da ku li rex artêşa Azerbêcanê li Qerebaxê şer bikin.

Navendê bi bîr xist ku dewleta Tirk veguhastina çeteyên Sûriyê didomîne. Hejmara çeteyên ku ji Azerbêcanê re hatin şandin heta vê kêliyê gihaşt 2 hezar û 280 çeteyî, ji wan 342 çete vegerîn.

Têkildarî heman mijarê, di çend saetên derbasbûyî de, di şerên li rex hêzên Azerbêcanê de 9 çeteyên ji Sûriyê hatin kuştin. Hêzên Ermenistanê jî herî kêm 3 çeteyên ji Sûriyê girtin.

Li gorî SOHR`ê dawiya ji meha Îlonê ve, herî kêm 240 çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk di şerên li Qerebaxê de hatine kuştin. Ji wan termên 183 çeteyan ji Sûriyê re hatin veguhastin.

Şerê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de yên ku di 27`ê Îlonê de dest pê kiriye, didome. Ruxmî pêkhatina 3 lihevkirinên agirbestê bi navbeynkariya Fransa, Rûsya û DYA`yê, ji ber mudaxeleya dewleta Tirk bi bin ketin.

(şx)