Akademîsyen: PDK bazarê li ser doza Kurd dike û dixwaze şerê li dijî tevgera azadiyê rewa bike

Akademîsyenên ji Başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi awayekî eşkere bazaran li ser doza Kurd dike, armanca wê jî rewakirina şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser asta Kurdistanê û navneteweyî ye.

Akademîsyen: PDK bazarê li ser doza Kurd dike û dixwaze şerê li dijî tevgera azadiyê rewa bike
3 mijdar, 2020   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

​​​​​​​Akademîsyenê ji Başûrê Kurdistanê û mamosteyê sosyolojiyê li Zanîngeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Hewjîn Mele Emîn di hevpeyvînekê li gel ANHA`yê de piştrast kir ku armanca sereke ya şandina pêşmergeyan ji herêma Garê re û daxuyaniya serokê PDK`ê Mesûd Barzanî, ew e ku PDK dixwaze di şerê heyî de cih bigire û di siyasetên xwe yên li Rojhilata Navîn de girêdayî Tirkiyê ye lê xwe wek hevalbend nîşan dide.

Hûn tevger û helwestên PDK`ê yên li hemberî PKK`ê çawa dinirxînin û bi nêrîna we armanca wê çi ye?

PDK êdî girêdayî siyasetên dewleta Tirk û Erdogan e. Di vê çarçoveyê de tev digere û bi fikara mayîn, berjewendiya partiyetî û malbatî yên teng mehkûm maye.

Dikarim îdia bikim ku PDK`ê tu armancên wê wek hêzeke siyasî û partiyeke kurdî tune ne, tevgerên wê tu sûda Kurdan jê nîn e.

PDK bi awayekî eşkere bazaran li ser doza Kurd û cihê xwe yê jeosiyasî di hundirê herêmê de dike. Êdî bûye beşek ji projeya ku dişibe çetegeriya doza Kurd. Armanca wê jî rewakirina şerê li dijî PKK`ê li ser astên Kurdistanê û navneteweyî ye. Ew hewl dide dîmenên nakokiyê bi teşeyeke din xêz bike. Hewl dide wêneya ku dewleta Tirk dixwaze li ser PKK`ê propagandaya wê bike, piştrast bike, mîna ku PKK li dijî aştî û aramiyê gef e. Yan jî zextê û terorê li Kudistanê bi kar tîne. Yan jî arambûna rewşa herêmê û vegera penaberan asteng dike.

PDK li ser asta hundirîn kirinên desthilatên binketî û xirab dimeşîne. Hikumeta Erdogan li Tirkiyê ji xwe re kiriye pêşeng û armanc dike binkeftina xwe di hundir de rewa bike û bala hemûyan ji gendeliya ku şax dayî, pirsgirêkên hundirîn û nebicihanîna erkên xwe li hemberî çînên cuda, bikişîne.

Gelo armanca PDK`ê ji şandina pêşmergeyan ji herêmên Garê re yên ku şervanên PKK`ê tê de bi cih bûne, çi ye û bi nêrîna we ev tevger dikevin xizmeta kê?

Ruxmî ku tevgerên PDK`ê ji giyanê berpirsyariyê û nirxandina encamên wê dûr in û dibe bibe fetîla şerekî navxweyî di navbera Kurdan de, lê armanca sereke ya şandina pêşmergeyan, ew e ku PDK hewl dide cihekî di vî şerê heyî de bigire. Di siyasetên xwe yên li Rojhilata Navîn de girêdayî Tirkiyê ye lê xwe wek hevalbend nîşan dide. Li rex wê jî, lûtkeyên Garê yên ku gelek herêm û korîdoran hembêz dike, di nav de parêzgeha Dihokê û taxên wê û korîdorên ber bi Rojavayê Kurdistanê ve, xwedî cihekî stratejîk in. Dibe ku ev gav, destpêka tengavkirina Rojavayê Kurdistanê be. Ev jî niyeta dewleta Tirk a êrişkirina herêmê ye.

Ev tevger hemû dikevin bin xizmeta dewleta Tirk û hewldanên wê ji bo kontrolkirina mîna van cihên stratejîk ji aliyê leşkerî ve da ku piştre herêmê dagir bike û şertên xwe ferz bike. Bêguman niyeta pêşmergeyan tune ye li wan herêman bimînin û karîna wan a li wir bimînin jî tune ye. Ew herêm tev dê radestî leşkerên Tirk werin kirin.

Li hember van rêbazên dijminahî gelo ji partiyên Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê çi tê xwestin?

Daxwaz diyar e. Li ser bingeha erka nîştimanî û rizgarî divê ev partî li hember van niyet û tevgeran bisekinin û bi xetereya stratejîk û leşkerî ya li dijî tevgera rizgariya Kurd û tecrubeya Rojava bi taybet, bihesin. Her wiha xetereya li ser rewşa aram a Şengalê û taxên wê. Bandorên wê li ser yekitiya Kurd û berjewendiya gelê Kurd ên stratejîk û bilind mezin in.

Heke şerekî birakujî çêbû, bi nêrîna we rûdana vî şerî ji bo berjewendiya kê ye, nexasim ku niha behsa yekitiya Kurdan li tevahiya Kurdistanê tê kirin?

Tevger û encamên wê hemû ji bo berjewendiya dewleta Tirk a dagirker û hegemonyaya wê ya leşkerî ye. Heke şerekî birakujî rû da, dê tevahiya hewldanên yekitiya nîştimanî ya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibe.

Ji ber van niyet û tevgeran, me hemû encama pevçûnan û şerê ragihandinê ya di navbera PDK û KCK`ê de dît. Bandorên neyînî yên derûnî û siyasî yên van tevgeran li ser her Kurdekî, li ser hêvî û pêşbiniyên wan ji yekitiyê bi taybet li Rojava, bala me hemûyan kişand.

Li rex van tevgerên şaş, şerekî derûnî û çapemenî ku ewlehiya her Kurdekî û hêviyên wî bi yekitî û aramiyê tehdît dike, pêk tê. Ev şer baweriya bi rêveber û tevgera rizgariyê û bi partiyên ku doz û têkoşîna ji bo wê dixin nav bazaran, tehdît dike.

Gelo di vê pêvajoyê de divê gelê Kurd çawa bi dozen wiha re bide û bistîne?

Li gorî nêrîna min, di vê pêvajoyê de li gel hemû pêşketinên wê û dozên wê, divê bi awayekî cidî pê re dan û standin pêk werin. Yekitiya Kurd û xîtabê pêwîst dike. Zîrekî û aqilmendî di bikaranîna kaxizan de pêwîst dike. Divê gelê Kurd bi lez bilebite û rê li pêşiya rûdana van nakokiyên dîplomatîk û siyasî bigire. 

Ji erka wê ye ku PDK, hikumeta Başûr û tevahiya partiyên ku tev lê bûne, ji encamên piştgirtina dijminên tevgera azadiya Kurdistanê, berjewendiya gelê Kurd û tecrubeya têkoşîna wî ya pêşeng li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, bêne hişyarkirin.

PDK`ê ji 24`ê Cotmehê ve, çekdarên Golan û Pêşmergeyên Rojava tevî çekên giran dişîne gundên Dînartî li Akrê, li derdora herêma Akrê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bi armanca astengkirina Hêzên Parastina Gel (HPG) yên ku ji salan ve li hemberî êrişên dewleta Tirk li ber xwe didin û hebûna gelê Kurd diparêzin.

(şx)