​​​​​​​`Kirinên hikumeta Şamê dişibin siyaseta dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê`

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê destnîşan kir ku hikumeta Şamê dorpêça li koçberên Efrînê girantir dike û diyar kir ku binpêkirinên hikumeta Şamê yên li dijî koçberan ji yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ne cuda ye.

​​​​​​​`Kirinên hikumeta Şamê dişibin siyaseta dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê`
​​​​​​​`Kirinên hikumeta Şamê dişibin siyaseta dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê`
​​​​​​​`Kirinên hikumeta Şamê dişibin siyaseta dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê`
​​​​​​​`Kirinên hikumeta Şamê dişibin siyaseta dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê`
​​​​​​​`Kirinên hikumeta Şamê dişibin siyaseta dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê`
3 mijdar, 2020   01:26
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Hikumeta Şamê dorpêça ku li herêmên Şehbayê girantir dike.

Hikumeta Şamê niha nahêle alîkarî, derman û sotemenî derbasî herêmê bibe. Heke bihêle jî bacên giran lê ferz dike; mîna ku Şehba ne herêmek ji Sûriyê ye.

Di dema dawîn de hikumetê asta dorpêçê giran kir û gihaşt asta desteserkirina ard, pirtûkên dibistanan, lûleyên gazê, derman û sotemeniya ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne şandin û bi awayekî bê pere li ser şêniyên ku di nav kampan û malên hema bêje wêrankirî de dimînin, tên belavkirin.

Meclisên herêmê ji ber dorpêçê nikarin pêdiviyên şêniyan peyda bikin. Bi hatina zivistanê re, endamên hikumetê her tişta ku derbasî herêmê dibe desteser dikin. Meclis nikarin sotemeniya germkirinê jî peyda bikin ji ber ku hikumeta Şamê nahêle sotemenî derbasî herêmê bibe.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso da zanîn ku hikumeta Şamê bi van kirinên xwe yên li dijî koçberan, qanûnên navneteweyî binpê dike û wiha domand: “Hikumeta Şamê dorpêçeke tengav li ser herêmê ferz dike. Nahêle tu tişt derbasî Şehbayê bibe. Heke qebûl kir jî, bacên mezin lê ferz dike. Bi wê tenê nake lê belê madeyên xwarin, sotmenî û pêdiviyên tenduristiyê yên ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên, desteser dike. Her wiha nahêle nexweş biçin Helebê da ku werin dermankirin.”

Naso da xuyakirin ku kirinên hikumeta Şamê û siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên dagirkirî dişibin hev û got: “Kirinên hikumeta Şamê yên li dijî me ji siyasetên dewleta Tirk ên ku tunekirina gelê Kurd li herêmên dagirkirî armanc dikin, ne cuda ne.”

Naso diyar kir ku Rûsya berpirsê kirinên li dijî şêniyên Efrînê ye ji ber ku li herêmê dewletek garantor e.

Derbarê rola rêxistinên navneteweyî, Mihemed Naso îşaret pê kir ku tevahiya rêxistinên hiqûqî û yên têkildarî koçberan bêdeng in.

Di dawiya gotinên xwe de Mihemed Naso bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe ya mirovî û exlaqî rabe û şandeyan bişîne herêmê da ku rewşa wê nas bike û rê li pêşiya kirinên dijminahî yên hikumeta Şamê yên li dijî şêniyên Efrînê bigire.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P4tGFIE27Cw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>