Tev-Çand'ê helbestvan Celal Melekşa bi bîr anî

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya  ji ber wefata helbestvanê Kurd Celal Melekşa peyama sersaxiyê weşand.

Tev-Çand'ê helbestvan Celal Melekşa bi bîr anî
2 mijdar, 2020   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya ji ber wefata helbestvanê navdarê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Celal Melekşa peyama sersaxiyê da.

Di peymanê de wiha hate gotin:

"Me bi xemgîniyeke kur agahiya çûyîna ser dilovaniya xwe ya helbestvan Celal Melekşah bihîst.

Celal Melekşa helbestvanekî Kurd e. Ji bo ku wêjeya kurdî pêş bikeve kedeke mezin raber kir.

Ji ber ku bi zimanê kurdî nivîsî rastî zextên rejîma Îranê hat, lê ne zextên rejîma Îranê û ne jî nêzîkatiyên cûda li pêşiya wî nebû asteng. Ew hat girtin û îşkecekirin. Lê rû li riya xwe venegerand. Her di ser xeta xwe de, ji bo wêjeya Kurd xurt bibe meşiya, karwana wêjeya kurd meşand, wekî helbesta xwe ya nemir Karwan.

Celal helbest û çîrok nivîsandin û weşandin. Kovara wêjeyî derxist. Di jiyana xwe de her li gel wêje, taybet jî wêjeya Kurdî cih girt. Her çiqas pêş de bi zimanê Farsî nivîsandibe jî, ji sala 1979'an û pê de bi Kurdî nivîsand û ji xwe re kir rêbaza nivîsandina esasî. Berhemên xwe ya esasî jî, ji vê deme pê de dan. Zimanê wî bi Kurdî digeriya, pênûsa wî hibra xwe bi Kurdî dirijand. Dile wî bi Kurdî lê dida. Li ku derê Kurdistanê gavekî pêşketinê bihata avêtin, wî li wir cih digirt. Li gel Şoreşa Rojava jî bi wêrekî helwesta xwe nîşan da.

Çûyîna mamoste Celal Melekşa, wekî her çûndina ser dilovaniyê bê zeman û zû bû. Lê Ew ê bi Karwabl her li gel me be, rê nîşanî karwana helbestan bide. Bila serê malbatê sax be, bila serê rewşenbîr, helbestvan û gelê Kurd sax be."

ANHA