ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03- 11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03- 11-2020`AN
3 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê konferansa xwe li bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên rêveber ên saziyên civaka sivîl ên Reqayê gotin: "Têgeha hevserokatiyê sînorê pêkhateyekê derbas kiriye û bûye minareya demokrasî û nûnertiya rastîn a jinan di qadên xebatê de." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê destnîşan kir ku hikumeta Şamê dorpêça li koçberên Efrînê girantir dike. Her wiha diyar kir ku binpêkirinên hikumeta Şamê yên li dijî koçberan ji yên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ne cuda ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Di dîrokê de civata kurdên êzidî, ji ber ola êzidiyatiyê, bi destê Ereb Selçûqî, Oxoz, Mongol, Tatar, Osmanî, Tirk, Brîtanîyan û herî dawî jî çeteyên DAIŞ`ê ferman hatin rakirin. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Siyasetmedar Kurd Yûsif Dîbo diyar kir ku heke kes an partiyek li dijî PKK`ê rabe, dê bi vê yekê dijmin razî dike û got: "Xuya ye ku dewleta Tirk û PDK heval û dostê hev in. "(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Kargeha Lîlît ji destpêka damezrandina wê de bi xebatên cur bi cur tên kirin, her wiha bi modêlên xwe yên pirrengî di nav pêkhateyan de ji gel û bazarên herêmî ve hat qebûlkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Bor Seîd pirtûkxaneya herî kevin li bajarê Reqayê ye ku di sala 1957`an de hate vekirin û bibû meqseda hezkiriyên pirtûkan. Lê ji ber şerê li Sûriyê rû daye, serdana pirtûkxaneyê kêm bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rewşa bêzar Mûsa Hemod neçar kir xeyalên xwe berde da ku debara jiyana xwe bike. Hemod ê di çandiniyê de dixebite û berhemên mewsimê xwe li kolan û ziqaqên Qamişloyê difiroşe dibêje: "Mirina li ser vî erdî ji koçberiya derve baştir e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA