Rojnamevan Robert Fisk jiyana xwe ji dest da

Nûçegihanê rojnameya The Independent ê Rojhilata Navîn û nivîskar Robert Fisk jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Robert Fisk jiyana xwe ji dest da
2 mijdar, 2020   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û nivîskar Robert Fisk roja înê li mala xwe ya li payetxta Îrlandayê Dublin nexweş ketibû û rakiribûn nexweşxaneyê.

Robert Fisk nêzî 40 salan cîhana erebî şopand; şerên li Sûriye û Lubnanê, şerê Îran-Iraqê, dagirkirina Efganistanê ji aliyê Sovyetê ve, şerê navxweyî yê Cezaîrê û gelek bûyerên din ên girîng şopandin.

Rojnameya The New York Times di sala 2005’an de ji bo Fisk gotibû “nûçegihanê herî navdar ê li derveyî welat û Brîtanyayê”.

FIsk di sala 1946’an de ji dayik dibe, di sala 1972’yan de di The Times de dest bi xebatê dike û di 1989’an de jî derbasî The Independentê dibe û heta dawiya emrê xwe tê de dixebite.

Robert Fisk di navbera salên 1994-1997’an de bi avakarê El-Qaîdeyê Ûsame bîn Ladîn re 3 caran hevpeyvîn çêkiriû.

Di salên dawîn de Robert Fisk bala xwe dabû ser şerê navxweyî yê li Sûriyê.

Li ser jiyana rojnamevanê navdar derhêner Yung Chang bi navê This Is Not a Movie belgefîlmek çêkiribû.