Di girtîgehan de "Êşkencekirina jinên Kurd helal e"

Sara ku şahida gelek sûcan e û yek ji wan serjêkirina 4 ciwanan, bi zehmetî ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker ên il Efrînê derdikeve. Sara dibêje ku çeteyan digot "êşkencekirina jinên Kurd helal e."

Di girtîgehan de "Êşkencekirina jinên Kurd helal e"
2 mijdar, 2020   04:51
KOBANÊ

Ji dema dagirkirina Efrînê ve di 18’ê Adara 2018’an de, dewleta Tirk li dijî şêniyên Efrîn û herêmên dîtir ên dagir kirine, sûcan pêk tîne û rojane ev sûc bi rêya şahidan tên eşkerekirin. Şêniya ku ji ber ewlehiyê navê xwe yê rast eşkere nekir û navê Sara ji xwe kiriye yek ji şêniyên ku ji Efrînê derketine.

Sara ya karî bi rêya qaçaqçiyên ji Efrînê derkeve û xwe bigihîne Kobanê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk di destpêka Nîsana 2018’an de ew bi tewana dan û standina bi QSD’ê re û piştre bi tewana veşartina çekan li malê xwe girt. Sara wiha got: "Piştî çeteyên mal keşf kir û çek nedîtin, dîsa ez girtim."

Sara wiha domand: "Çavên min girtin û ez birim bajarê Kilisê, piştre min sewqî dadgehê kirin û min xistin girtîgeheke li Efrînê. Di girtîgehê de jin û mêr bi rêbazên hovane dihatin îşkencekirin, hestiyên wan dihatin şikandin, kehrebe dikirin û hin caran çermê wan ji wan dikirin."

4 CIWAN HATIN SERJÊKIRIN

Sara destnîşan kir ku çeteyan 4 ciwan di navbera 25-30 salî de bi tewanên ku endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Efrînê bûn, li ber çavên wê serjê kirin û kalemêrek di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Sara 5 mehan di girtîgehê de dimîne û di wê demê de çeteyan nan û av li ser qut kiribû. Girêdayî vê yekê Sara da zanîn ku goştê berazan û nanê kufikî didan wan.

 ‘JI BER KURD IN ÎŞKENCEKIRINA WAN HELAL E’

Sara diyar kir ku çeteyan her tim destdirêjî li jinên di girtîgehê de dikir û bi rêbazên hovane, mîna lêdanê û xistina dolaban ew îşkence dikirin.

Sara bi lêv kir ku ew ji aliyê komên Sultan Murat û Ehrar El-Şamê yên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve dihatin îşkencekirin, ew jî qaşo polîsên sivîl ên bajarê Ezazê bûn. Sara eşkere kir ku wan digot: "Îşkencekirina jinên Kurd helal e."

Sara da zanîn ku şahida îşkencekirina jinekê ji gundê Badîna yê girêdayî Efrînê ye û diyar kir ku ew jin bi lingan ve hatibû daliqandin û heta hiş ji serê wê çû lêdan dixwar û devê wê tijî xwîn bû.

Raporên navneteweyî sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan li herêmên Efrîn û Serêkaniyê belge kirin. Her wiha rapora komîteya lêpirsîna navneteweyî ya serbixwe ya vê dawiyê ya der barê Sûriyê de bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker herî kêm 49 jinên Kurd ji Serêkaniyê û Efrînê xistine girtîgehên xwe. Di dîmenên ku li ser malpera tevnên civakî hatine belavkirinê de diyar dibe ku endamên bi navê firqeya 22’yan a Lîwa Hemzat 11 jinên Kurd di nav de jî pitikek heye, girtine.

Sara piştrast kir ku 23 jin, 20 kalemêr û nêzî 50 zarokên bi temenên 5 heta 12 di girtîgehan de ne û wiha got: "Çeteyan zarok îşkence dikir û ji bo xizmetên xwe dîl digirtin."

 ‘MIN BI DIJWARÎ JIYANA XWE RIZGAR KIR’

Sara wiha axivî: "Piştî tewanên li dijî min derew derketin, çeteyan ez berdam."

Sara diyar kir ku niha nikare vegere Efrînê, ji ber rewşa ewlehî xetere û ne aram e û wiha berdewam kir: "Ez ditirsim careke din werim girtin û îşkence bibim. Min bi dijwarî xwe rizgar kir û ji Efrînê bi rêya hin qaçaqciyan derketim û gihaştim Kobanê."

Sara bang li şêniyan kir ku heta rizgarkirinê venegerin Efrînê, her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinên Efrînê eşkere bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OhoThKsdUSw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>