Helbestvanê Kurd Celal Melekşa koça dawî kir

Celal Melekşa, helbestvan û nivîskarê navdar ê Kurd yê ji  Rojhilatê Kurdistanê di temenê xwe yê 69 salî de koça dawî kir.

Helbestvanê Kurd Celal Melekşa koça dawî kir
1 mijdar, 2020   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de Celal Melekşa, helbestvan û nivîskarê Kurd li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Celal Melekşa di sala 1951’an de li gundê Melekşa yê bajarê Sine ji dayîk bû.

Melekşa di bin zordariya rejîma Îranê de, bi karê wêjeyi bi ziman Kurdî û Farsî mijûl bû û gelek helbest û çîrok nivîsandin.

Melekşa piştî sala 1979’an ve bi kurdî nivîsên xwe belav kirin û gelek helbest nivîsandin. Her wiha çend helbestên Melekşa bi zimanê farisî jî hene. Dîwana wî a navdar bi navê "Zirrey zincîrî wuşe dîlekan" (qêrîna zincîra peyvên dîl) pirtûkeke ku heya niha jî dest bi dest digere û tê xwendin.

Her wiha pirtûka wî a binavê "karesat" (karîse, faci'e) jî cihekî xwe yê taybet di nava wêjeya Kurdî (Soranî) de heye.

Celal Melekşa welatparêz û nîştimanperwerek bû ku di gel hemû zilm û zordariyan, bû dengê dilê gelê xwe û qet xwe radestî dinyaperestî û berjewendiyên takekesî nekir, lewra di mejî û dilê gelê xwe de cîh girt. Helbestên wî bûn raveya derdê bindestiyê û hawara ji destê nezaniyê û xiyanet û bêbextiyê.

ANHA