Malbatên xwendekaran: Tu kes nikare perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe bike

Gelek malbat û xwendekarên Dirbêsiyê destnîşan kir ku pêwîstî bi perwerdeya bi zimanê kurdî heye, her wiha xwestekên ENKS’ê bi ‘îxanet’ bi nav kirin û got, "Tu kes nikare me ji perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe bike."

Malbatên xwendekaran: Tu kes nikare perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe bike
1 mijdar, 2020   07:00
HESEKÊ-OLVA HAC MENSÛR

Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwaza rawestandina perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan û guhartina wê bi meteryalên hikumeta Şamê kir.

Girêdayî vê yekê, şêniyê bi navê Xalid Oso, ji xwediyên xwendekarên bi zimanê kurdî fêr dibin wiha got: "Her kesê li dijî zimanê dayikê ye, îxaneta mezin li dijî gel û doza xwe pêk tîne. Ji salan ve ye em li dijî rejîmên desthilat ji bo ziman û çanda xwe têdikoşin. Ji ber ziman bingeha çand û hebûna me ye."

Oso wiha domand: "Xwestekên ENKS’ê yên der barê rawestandina zimanê kurdî dikevin xizmeta dijminên gelê Kurd û hedefa wê qirkirina Kurd e. Me li Rojava gelek şehîd di oxira perwerdekirina zarokên xwe bi zimanê dayikê de da. Divê ENKS li xwe vegere."

Der heqê perwerdeya zarokan bi zimanê dayikê de Oso wiha pê de çû: "Rejîma Baasê ya li Sûriyê qedexe dikir ku em bi zimanê xwe fêr bibin, ji lew re ez bi zimanê xwe nizanim. Lê derfet çêbû ku zarokên min bi zimanê dayikê li dibistan û zanîngehan fêr bibin. Ev jî cihê serbilindî û şanaziyê ye."

Li aliyekî din jî xwendekar Mihemed Celo yê ku di dibistanê de perwerdeya bi zimanê dayikê distîne wiha da zanîn: "Zimanê me yê kurdî pir xweşik e. Dema sibehê diçim dibistanê, bi heval û mamosteya xwe re diaxivim pir kêfxweş dibim."

Her wiha mamosteyê dîrokê Mihemed Hiso jî wiha bi lêv kir: "Hedefa ENKS’ê dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd. Ji ber zimanê me hebûna me ye û dê zarokên me fêrî wê bibin û mamosteyên zimanê kurdî di perwerdekirina vî nifşî û nifşên pêş de bi zimanê dayikê berdewam in."

Endamê rêveber ê komîteya zimanê kurdî li navçeya Dirbêsiyê Rizgar Mihemed wiha got: "Xwestekên ENKS’ê ne nû ne, ji destpêka aloziyê de li dijî perwerdeya bi zimanê dayikê li dibistanan e."

Rizgar Mihemed wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Em mamosteyên zimanê kurdî dê xwendekaran bi zimanê dayikê perwerde bikin û tu kes nikare vê yekê li me qedexe bike. Me di oxira ku nifş di dibistan û zanîngehên kurdî de bixwînin gelek qurbanî da."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DKkxMWsQpVs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>