‘Korona gefan li jiyana tevan dixwe û divê li gorî tedbîran tevbigerin’

Dr. Mihemed Ebdî diyar kir ku bergiriya laşî di zivistanê de lawaz dibe. Ew jî dibe sedema belavbûna vîrusên mîna serma û nexweşiyên sing. Ebdî da zanîn ku divê şênî li gorî tedbîrên xweparastinê tevbigerin da ku pêşî li berbelavbûna vîrusa Koronayê bigirin.

‘Korona gefan li jiyana tevan dixwe û divê li gorî tedbîran tevbigerin’
1 mijdar, 2020   06:32
QAMIŞlO-SÎMA BIROKÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane hejmara kesên bi vîrusa Koronayê dikevin digihîje zêdetirî 200'î. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku sedema wê yekê kêmbûna pileyên germayê, mayîna vîrusê ya demeke dirêj li hewayê û nepêkanîna tedbîrên parastin û xweparastinê ye.

Girêdayî wê û wek tedbîreke pêşîlêgirtinê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 27’ê Cotmehê de qedexeya derketina derve ya beşî ji 30’yê Cotmehê heta bi 8’ê Mijdarê ragihand.

Pisporê nexweşiyên dil, Dr.Mihemed Ebdî wiha got: "Di vê dema dawiyê de hejmara kesên rojane bi vîrusa Koronayê dikevin zêde bûne û vîrus ji bin kontrolê derketiye. Heta niha jî çawaniya berbelavbûna wê bi awayekî rast nayê zanîn. Di vê derbarê de lêkolîner rojane daxuyaniyan didin."

 ‘ÎHTÎMAL E KESEK GELEK CARAN BI VÎRUSA KORONAYÊ BIKEVE’

Ebdî eşkere kir ku rêxistinên taybet bi pandemî û tenduristiya cîhanê heta niha nikarîn dermanek ji vîrusa Koronayê re bidîtana û wiha pê de çû: "Vîrusa Koronayê vîrusekî xwe nû dike. Îhtîmal e mirovek heke xwe neparast gelek caran bi vîrusê bikeve. Bi wê re jî muhtemel e diyardeyên cara duyemîn li ser mirov bi hêztir bin. Ji ber ew li gorî bergiriya laşî ya mirov disekine."

Der heqê xeteriya berbelavbûna vîrusê bi nêzbûna zivistanê re Dr.Ebdî wiha bi lêv kir: "Di zivistanê de bergiriya laşî ya mirov lawaz dibe û gelek sedemên wê hene, jê jî berbelavbûna nexweşiyên vîrusî mîna serma û nexweşiyên sing."

Dr. Mihemed Ebdî di berdewama axaftina xwe de wiha piştrast kir: "Gelek şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên xweparastinê yên guncaw pêk naynin û bi xemsarî digirin. Ji lew re vîrus bi lez belav dibe. Bi wê re jî erka her kesî ye ku dema nîşaneyên vîrusa Koronayê lê diyar dibin têkeve karantînaya malê, lepik û maskan li xwe bike."

Ebdî bang li tevahî şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî tedbîrên xweparastina ji vîrusê û biryarên Rêveberiya Xweser tevbigirin. Ji ber vîrusê dê bi kêmbûna pileya germayê re zêde belav be."

Ebdî eşkere kir ku vîrus li ser mezin, kesên bi nexweşiyên penceşêr, sîng, dil ketine û bergiriyên laşî lawaz in, xetere ye.

Li seranserî cîhanê kesên bi vîrusa Koronayê ketine 44 milyon derbas kir û hejmara miriyan jî milyonek derbas kir.

(fr)

ANHA