ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01- 11-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01- 11-2020`AN
1 mijdar, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Kongreya Star û meclisên kantona Qamişlo bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyê didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan (SYPG), li ser hewldanên ENKS'ê yên têkbirina destkeftiyên şoreşê û tevgerên PDK'ê kongreyeke çapemeiyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cenga dîrokî ya li Kobanê veguherî serkeftina mirovahiyê û sembola berxwedana enternasyolanîst a li dijî terora cîhanê ya DAIŞ'ê. DAIŞ’ê bi navê îslamê desteka xwe ji hin dewletên herêmê, mîna Tirkiyê digirt, li warê berxwedana sedsalê ya Kobanê bi bin ket û dewleta Tirk ket dewrê da ku armancên xwe bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa navçeya Zirganê diyar kir ku berdewamkirina sûcên dewleta Tirk nîşaneya hebûna peymanên di navbera wê û hêzên Rûsyayê de ye. Bi wê re jî civaka navneteweyî berpirsê ewlehî û aramiya şêniyê navçe û herêmê ye û wiha got: "Em bi peymanan dibihîsin û pêkanînê nabînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelek malbat û xwendekarên Dirbêsiyê destnîşan kir ku pêwîstî bi perwerdeya bi zimanê kurdî heye, her wiha xwestekên ENKS’ê bi ‘îxanet’ bi nav kirin û got, "Tu kes nikare me ji perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî 6 salan di ser Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê re derbas bû, Yekitiya Rewşenbîran a kantona Kobanê daxuyaniyek ji dewlet û gelên piştgiriya bi Kobanê re ragihandine re da, tê de daxwaz kir ku divê ne tenê ev roj bi dirûşmeyan derbas bibe, lê belê di rastiyê de pêk were û piştevaniya navneteweyî ji bo bersivdana xeteriya dewleta Tirk li ser Kobanê hebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Enwer Muslim Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê bi xaleke girîng bi nav kir û got: "Êdî gelên cîhanê nema rehînên biryarên hikumetên xwe ne, lê yekser biryara piştgiriya Kobanê dan. Piştî berxwedana Kobanê doza Kurd bû dozeke cîhanî." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya borî de, rageşiya li Idlibê zêde bû, Rûsya bi rêya hedefkirina baregehên çeteyên wê nameyeke tûj dide Tirkiyê, li aliyekî din jî Tirkiyê û Qeterê hewl didin çareseriya siyasî ya Lîbyayê têk bibin, her wiha Erdogan hewl dide rengekî olî bide nakokiyên xwe yên siyasî yên bi Fransayê re.

CIWAN

- Ciwanên herêma Cizîrê diyar kir ku ji erka ciwanan xebat û têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk û derkirina wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Dr. Mihemed Ebdî diyar kir ku bergiriya laşî di zivistanê de lawaz dibe. Ew jî dibe sedema belavbûna vîrusên mîna serma û nexweşiyên singê. Ebdî da zanîn ku divê şênî li gorî tedbîrên xweparastinê tevbigerin da ku pêşî li berbelavbûna vîrusa Koronayê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA