Yekitiya Ewropayê tevgerên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryayê Spî şermezar kirin

Yekitiya Ewropayê tevgerên dewleta Tirk ên yekalî li rojhilatê Deryayê Spî şermezar kirin û piştrast kir ku provokasyon û xîtaba wê nayên qebûlkirin. Komseriya Ewropayê jî destnîşan kir ku ceza amade ne, heke Enqere tevgerên xwe yên derqanûnî berdewam bike.

Yekitiya Ewropayê tevgerên dewleta Tirk ên li rojhilatê Deryayê Spî şermezar kirin
30 cotmeh, 2020   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel di axaftina xwe ya kurt de di civîna çapemeniyê de ya ku ji bo pêşkêşkirina tedbîrên Ewropayê ji bo têkoşîna li dijî belavbûna vîrusa Covid-19 hatiye diyarkirin û got: “Em tevgerên dewleta Tirk ên yekalî yên dawîn li rojhilatê Deryayê Spî red dikin. Provokasyon û xîtaba wê nayên qebûlkirin.”

Michel bal kişand ser biryar Yekitiya Ewropayê (YE) di Lûtkeya Ewropayê de ya ku di destpêka Cotmehê de li dar ketiye û wiha domand: “Xebat li ser du xetan dimeşin, xetek erênî û ya din hinekî ji wê erênîtir e. Heta niha dewleta Tirk xeta erênî veneqetandiye. Di Kanûnê de dê derfeta vegera ji mijarê re hebe.”

Seroka Komseriya Ewropayê Ursula von der Leyen jî hişyarî da ku heke Enqere tevgerên xwe yên neqanûnî bidomîne, dê tevahiya amûrên li gel xwe bi kar bînin. Her wiha destnîşan kir ku ew hatiye erkdarkirin da ku cezayên aborî saz bike. Ursula diyar kir ku ew ceza ji bo `bikaranîna yekser` amade ne.

Têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Fransayê de li ser dosyayên Sûriye, Lîbya û rojhilatê Deryayê Spî paşde çûne. Her wiha têkiliyên wê bi Yewnanistan û Qibrisê re piştî xebatên lêgerînê yên derqanûnî li Deryayê Spî jî paşde çûn.

(şx)